Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin 2020-07-08 12:19:11 DERSIM – Li deriyê mala welatiya bi navê Ferîde Kit a li Dersimê ala tirk hat xêzkirin. Kit got ev netesadufî ye û ji ber ew HDP’yî ye xwestine peyam bidin û ew bi fikar e.  Li taxa Gazîk a Dersimê li deriyê mala welatiya bi navê Ferîde Kit ala tirk hat xêzkirin. Kit diyar kir ku ew nizane ji aliyê kî ve hatiye xêzkirin û serê sibehê ferq kiriye ku ala tirk xêz kirine. Kit got bi vê yekê dixwazin wan bikin armanca xwe û ji ber vê yekê ew bi fikar in. Kit anî ziman ku al tenê li ser derê wê hatiye xêzkirin û ev yek netesadufî ye û ji ber ew HDP’yî deriyê wê xêz kirine û vê yekê wek peyamekê pênase kir. Kit got bi alê re tu meseleyek wê nîne lê ya ku hatiye kirin fikarê dide wê û bi armancek din hatiye xêzkirin.