Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir 2020-07-08 11:26:34 RIHA – Ferît Şenyaşar ku ji aliyê xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve bav û 2 birayên wî hatibûn kuştin û ew jî birîndar xelas bûbû, ji bo daneşîna doza ku hatibû vekirin sibê bê dîtin banga tevlîbûnê kir.  Di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî dikara malbata Şenyaşar kiribûn û di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn. Duyemîn daneşîna doza ku derbarê bûyerê de hatibû vekirin dê sibê li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê bê dîtin.    2 JÊ GIRTÎ 13 KES TÊN DARIZANDIN   Fadil Şenyaşar ku 2 sal in li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye û birayê wî Ferît Şenyaşar ku dema bûyerê birîndar xelas bûbû jî di nav de bi giştî 13 kes bi sûcdariya “kuştin” , “teşebusa kuştinê” , “birîndarkirin” , “xesar dayîna mal” , “gerandina çeka bi agir a ser xwe” tên darizandin. Birayê Yildiz ê girtî Enver Yildiz û xizmên wî Kenan, Abdurrahman, Mûstafa, Nîhat û Suleyman Yildiz jî weke “gumanbarên gazindker” di doznameyê de cih digirin. Yildizê AKP’î û xizmên xwe Alî û Mehmet Yildiz û Îbrahîm Halîl û Mehmet Şîmşek jî weke “gumanbar” di doznameyê de cih digirin.    Êrîşa ku li nexweşxaneyê li dijî malbata Şenyaşar pêk hat di doznameyê de cih angire. Derbarê Haci Esvet Şenyaşar ku bi saxî ketibû nexweşxaneyê û bi awayekî serpelçiqandî mirî ji nexweşxaneyê derketibû de jî di dosyayê de tu agahî cih nagire. Tê gotin ku lêpirsîna derbarê nexweşxaneyê de didome.   DÎMENÊN CIHÊ KAR NAYÊN DAYÎN   Ferît Şenyaşar ku birîndar xelas bûbû û di nav kesên ku tên darizandin de cihj digere, derbarê daneşîna ku sibê bê ditîn de axivî. Şenyaşar, diyar kir ku dozname bi awayekî alîgir hatiye amadekirin û wiha got: “Li gel ku ji aliyê parêzerên me ve hatiye xwestin jî dîmenên dema bûyerê yên cihê kar nayên dayîn. Lê aliyê din xwe gihandiye van dîmenan û bi wan dilîzin. Li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Dayîn dîmenan a parêzerên me besî me ye. Bila ev dîmen ji aliyê heyeteke serbixwe ve bên lêkolînkirin. Ev mafê me yê xwezayî ye. Dadgeh bi nedayîna dîmenan weke alîgiran tevdigere.”   BANGA TEVLÎBÛNA DANEŞÎNÊ   Di berdewamê de Şenyaşara bang li akademisyen, rêzxistinên sivîl, baro, hemû kesên xwedî wijdan kir ku tevlî daneşîna doza wan ku dê sibê bê dîtin kir. Şenyarşar, destnîşan kir ku birayê wî Fadil Şenyaşar dema bûyerê parastina nefsa xwe kiriye û daxwaz kir ku birayê wî bê berdan. Herî dawî Şenyaşar banga darizandina adîlane kir.