Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin 2020-07-08 10:58:40 AMED - Li herêma bejahiya di navbera taxa Yeşîlbûrçê û mezraya Cûmê ya Liceyê de mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin. Li herêma bejahiya di navbera taxa Yeşîlbûrçê û mezraya Cûmê ya navçeya Licê ya Amedê de mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin. Herêm dikeve jora Fermandariya Liwa ya Licê û welatiyên ku li herêmê digeriyan leqayî 2 mayîn û 2 topên hewanê yên neteqiya ne hatin. Her du mayîn û topên hewanê ji aliyê welatiyan ve dîmenên wan hatin kişandin û li ser nimreyên “MM M43A 1B1” hene.   Ser mayîn û topan zeng girtiye û ji ber ku li herêma ku şivan sewalan lê diçirînin hatine dîtin, bûn sedema fikaran. Li derdora mayîn û topan qutiyên konserveye, şûşeyên vala yên avê û xwarinên bermayî jî tên dîtin.    ZAROKEK JIYANA XWE JI DEST DABÛ   31’ê adarê de li qadeke di navbera gundên pirik û ziyaretê de di encama teqîna mûhîmatê de Yûsûf Yildirak ê 11 salî ku sewalan diçirand jiyana xwe ji dest dabû.