'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin' 2020-07-08 09:20:13 AMED - Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku şewatitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî ji bo cotkaran mesrefeke zêde ye.  Li herêmê paleyiya genim, ceh, nîsk û nokan dest pê kir. Lê belê piştî paleyiyê hin cotkaran dest bi şewitandina pirêzeyan kiriye. Li gor daneyên sala 2019'an ên Odeya Endezyarên Çandniyê ya Amedê li herêmê 6435 dekar pirêze hatiye şewitandin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, ji bo vê yekê bang li cotkaran kir ku pirêzeyan neşewitînin û got: “Şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan. Ji ber vê yekê candarên ku sûdê ji axê digirin jî bi şewitandina pirêzeyan re dimirin."    ‘ŞEWITANDINA PIRÊZEYAN BINYADA AXÊ DIGUHERÎNE’   Ûcaman, diyar kir ku şewitandina pirêzeyan binyada axê diguherîne û got: "Candar û organîzma hemû, bandorê ji hev digirin. Kîmyaya axê bi germahiyê re diguhere. Ji ber ku cotkar pirêzeyan dişewîtinin, salek din mecbûr dimînin ku bi zibil û gubreyê kîmyewî axê xwedî bikin. Ev dibe sedema ku êdî tov ber negire û bereket namîne.”    Ucaman, anî ziman ku piştî cinîna zad lazime ax bê şixulandin û got: “Niha li Tirkiyeyê em berhemên nebat jî îthal dikin. Ji ber wê yekê biha jî zê dibe. Dema palehî tê kirin heger cotkar hinekî din ji kûr de rakirin hewceyî pirêze jî namîne. Dê axa xwe pir bi rihetî bajo û giyayê zêde jî dê jê re bimîne. Dê bikare kayê jî bifiroşe. Divê cotkar bi awayekî cidî vê yekê esas bigire. Hem dê ji aliyê kayê ve dahateke wî çêbe hem jî dê ji mesrefa şewitamdina pirêzeyan xelas bibe. Ji ber ku wê binyada axê neguhere, hewce nake tiştên kîmyewî jî bide axê û bi vî awayî dê xwezaya axê bê parastin."    Ûcaman, anî ziman ku şewitandina pirêzeyan dibe sedema qirêjiya hewa, derdorê û got: “Şewitandina pirêzeyan bi qirêjiya hewayî pergala atmosferê jî xirab dike. Dema ax tê şewitandin kêzên bizirar û bifêde, giya, xuşende jî dimirin. Candarên hem ji bo giya hem jî ji bo axê bifêde jî bi derbekê re dimirin. Ev jî maliyeta çandiniyê du qatan zêde dike. Wezareta Daristan û Çandiniyê tenê baceya sotemeniyê ji cotkaran negire dê şewitandina pirêzeyan asteng bike. Lê dema em li polîtîkaya çandiniyê ya dewletê dinêrin, em dibînin ku xelas bûye. Li Tirkiyeyê polîtîkayeke çandiniyê tune e.”   ‘DIVE SEMÎNER WERIN LIDARXISTIN’   Ûcaman, destnîşan kir ku ji dêvla ku ji ber şewitandina pirêzeyan cotkar bên cezakirin divê ji bo perwerdehiyê semîner bên lidarxistin û got: “Wezareta ku hewceye tevdîran bigire wek ji van tevdîran bêxeber be tev digere. Ji bo erdên li heremê ne midûriyetên çandiniyê, ne rêveberiyên heremî ne jî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê tu tevdîr negirtine. Divê seredana gundan bikin û di vî warî de welatî bên serwextkirin."    ‘WERIN EM BI HEVRE PÊŞÎ LI ŞEWITANDINA PIRÊZEYAN BIGIRIN'    Ûcaman, bang li cotkaran kir ku pirêzeyan neşewitînin û got: “Waê em lê ne, warê ku cara ewil çandinî lê hatiye kirin û jinê tov lê reşandiye. Bi hezaran sal e berên xwe parastiye. Lê ev 30-40 sal in ax xirab bûye. Pergal xirab dibe. Heyfa vê axê. Hem axa me xerab dibe hem jî mesref zêde dibin. Divê em bi hev re pêşî li ber şewitandina pirêzeyan bigirin."