Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin 2020-07-08 09:19:48 MÊRDÎN - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku piştî lêkolînên mufetîşan hin ke ji peywirê hatin girtin, Wekîla Serokê Daîreya Parastina Hawirdorê Fusûn Karaboga jî bi belgeyên k fesadîx xistiye nav îhaleyan û îhaleyên xeyalî çêkiriye ji peywirê hat girtin.  Piştî Waliyê Mêrdînê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman bi biryarnameyeke serokomartiyê ji peywirê hat girtin, Wezareta Karên Navxweyî ji bo lêkolînê mufetîş şandin Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku tim bi nelirêtî û bêusûltiyan di rojevê de ye. Piştî lêkolînên mufetîşan ji hin rêvebir ji peywirê hatin girtin. Piştî kesên ji peywirê hatin girtin Wekîla Seroka Daîreya Parastina Hawirdorê Fusûn Karaboga jî bi belgeyên ku fesadî xistiye nav îhaleyan, îhaleyên xeyalî çêkiriye, bertîl stendiye û gelek tiştên din kiriye ji peywirê hat girtin.    Hat hînbûn ku Karaboga piştî lêkolînên mufetîşan ji peywirê hatiye girtin.    Wexta di Mijdara 2016'an de Walî Yaman tayinî şaredariyê hatibû kirin, Yaman Karaboga anîbû şaredariyê. Lê belê piştî di 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê bi hilijartinê şaredarî bi dest xistibû Karaboga ji peywirê hatibû girtin. Piştî vê Karaboag çûbû cem Walî Yaman û jê xwestibû di Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î de bişixule.    Walî Yaman Karabogayê danîbû ser Serokatiya Koordînasyona Şopandina Veberhênanê ya girêdayî walîtiyê. Lê piştî Yaman careke din tayinî şaredariyê hat kirin, cardin Karaboga anîbû şaredariyê.    PARLEMENTERÊ HDP'Î BELGE PARVE KIRIBÛN    Wexta cara ewil qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelkîk hin belge bi raya giştî re parvekiribûn ku Karaboga fesadî xistiye nav îhaleyan û di 16'ê Gulana 2019'an de pêşniyazpirsek berpêşî Wezîrê Karên Navxweyî Sulyman Soylû kiribû. (link)   Her wiha derketibû holê ku Karabogayê 'îhaleyên xeyalî' jî çêkiriye. Bi belgeyan derketibû holê ku Karabogayê ji bo îslehkirina qada depokirina çopê ya Nisêbînê îhaleyek xeyalî çêkiriye. Heqê îhaleyê jî 2 milyon û 529 hezar û 300 TL bûye. (link)   KESÊN JI PEYWIRÊ HATINE GIRTIN    * Wekîlê Serokê Desteya Rêvebir a Şîrketa Anonîm Kentê Zeynî Teker û Sekreterê Giştî Abdûllah Yenîgun,   * Yûnûs Emre Akçayê bi awayekî xeyrî fermî li Şîrketa Anonîm Kentê dişixulî, Serokê Daîreya Rêyên Bejahiyê Sînan Yildirim, Serokê Daîreya Xizmetên Darayî Adnan Kaya û Serokê Daîreya Xizmetên Piştgiriyê Îbrahîm Erkan    * Seroka Daîreya Xizmetên Civakiyî Merve Erciyes Çatal ku Yaman jê re digot "keça min a manewî" û Karmendê Protokolê yê Şaredariyê Bulent Erdolû ji peywirê hatine girtin. (link)   MA / Ahmet Kambal