Doza gorên komî birin AYM'ê 2020-07-08 09:17:51 WAN - Gora komî ya 41 endamên PKK'î lê hatibûn definkirin 22 salin nayê vekirin. Malbatan ji bo gor bê vekirin û cenazeyê xwe bigirin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Malbat û Parêzerê malbata Hozan Hogir ji bo cenazeyê Hagir birin serî li AYM'ê da.    Li gundê Kelehê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de êrişa hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de lêkolînera Alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 41 PKK’iyan 22 sal in di gora komî de ye. Hêj cenazeyan radestî malbatên wan nakin. Li gorî agahiyên gundiyên derdorê dane malbatên hin cenazeyan serî li meqamên fermî dan. Lê tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî hemû serlêdan bêencam man.    Malbata hunermend Hozan Hogir û parêzerê wan ji bo vekirina gora komî û testa DNA’yê bê kirin 3 caran serî li dozgeriyê dan. Lê ji ber encam negirtin vê carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Di her serlêdana malbatê de jî dozgeriyê ango dadgeriyê biryara “dozvenekirinê” da. Dozgeriya Komarê ya Şaxê dem bi dem got “ewlehiya herêmê nîne” û dem bi deman jî got “delîl têrê nakin” biryarên ku pey mijarê neyê ketin da. Malbata Hozan Hogir herî dawî di 2020’an de serî li dozgeriyê da û carek din dozgeriyê bi hêceta “delîl têrê nakin” û xwesteka malbatê red kir.  Li ser vê yekê parêzerê malbata Hozan Hogir, Tûran Ece serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û îtîrazî biryara dozgeriya Şaxê kir. Parêzer Ece bi daxwaznameyekê xwest ku gora komî vebibe û malbat bigihîjin cenazeyên zarokên xwe. Ece di serlêdana xwe de diyar kir ku biryarên ji bo gorê tên girtin li dijî pernsîbên qanûnî yên netewî û navnetewî ne. Ece got lêpirsînek bi aktîf nehatiye birêvebirin û xwest biryara “pey neketinê” were rakirin.   DADGEHÊ JÎ RED KIR    Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê biryara dozgeriyê di cih de dît û serlêdana îtîrazê ya parêzer red kir. Li ser vê yekê malbata Hogir û parêzerê malbata Hagir serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.    ÎFADEYA ESKERAN BANDOR NEKIR   Parêzerên malbatê di serlêdanê de gotin: "Di hemû serlêdanan de dadgehê biryara bê şopandinê da. Ji ber ku darizandinek çalak û adîl nehatiye kirin em bawer dikin ku maf hatiye binpêkirin. Dozgeriyê di lêpirsîna 9 salan de tenê serî li îfadeya eskerên tev li operasyonê bû girt. Eskerên ku îfade dan gelekan diyar kirin ku tev li şer nebûne. Li gorî agahiyên fermandar daye, divê lêpirsîn bê kurkirin. Lê li gel vê yekê dozger lêpirsînek kûr nekiriye. Di belgeyên ku şandin AYM''ê û di navde îfadeyên eskeran hene gelek tiştan ronî dike. Dema Serdozgerê Şaxê îfadeya Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Wanê R. A., girt wiha gotibû. "... Ez wekî Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Wanê tev li operasyonê bûn. Şer heta serê sibê ewam kir. Serê sibê piştî hewa ronî bû, eskeran li zeviyê lêgerîn kirin. Li gorî bi bêtelên agahî dan, ez fêr bûm ku nêzî 40 teroristin hatibun kuştinç Li aliyê din min bihîst ku Hêzên Ewlehiyê ya Şirnexê ya li Başûrê me ye jî gotin 5 an jî 6 teroristin teslîm bûne. Min kesên teslîm bûn û hatin kuştin nedît...."    Dîsa di îfadeya Fermandarê Cendirmeyan Astegmen H.G. jî wiha hatiye gotin: "Gelek dem di ser bûyerê re derbas bûye. Di serdema eskeriyê de, ez tev li gelek operasyonan bûm. Em wekî tîm çûn cihê bûyerê. Eskerên pêşeng ên li gel min di şer de bûn. Li jêra me şifektek hebû. Ji bo em teroristan bê tesîr bikin me bi çekên giran gule berda şikeftê. Me her tim banga teslîm bibin dikir. Lê disa teslîm nebûn. Dîsa gule berdan me. Piştî em gihiştin ber deriyê wê nêzî 3 4 terorîstên ku bê çek destê wan li ser serê wan dersetin derve. Tê bîra min ku yek jê jin bû. Lê nizanim ew jin biyanî bû ya na. Piştî 3-4 terorîst teslîm bûn, eskeran got êdî pêdivî bi we tune û hûn dikarin biçin.    4-5 KES BI SAXÎ HATIN GIRTIN   Parêzerê dozê yê malbata Hozan Hogir Turan Ece ku serî li AYM'ê da; têkildarî serlêdanê wiha got: "Di îfadeyê 2 kesên bi rutbe yên der barê bûyerê de, aşkere diyar dikin ku di opeasyonê de 4-5 kes bi saxî teslîm bûne. Di girteka cihê bûyerê de jî tê gotin ku li qada ku tê gotin cenaze lê hene, 26 cerdevan şandine herêmê. Lê serî li îfadeya van cerdevanan nedane. Ev nîşan dide ku dozger der barê bûyerê de lêpirsînek çalak nemeşandiye. Disa dozger bi awayekî rêk û pêk nivîs ji Fermandariya Cendirmeyan a Şaxê re şandiye û xwestiye ku herêm ewle ye ya na. Lê eskeran her tim gotiye herêm ne ewle ye û lêpirsîn şolî hiştiye. Lê di îfadeyê eskeran de jî tê gotin ku bûyer 10 kîlometre li dûrî Şaxê pêk hatiye. 9 salan pet keşif nehatiye kirin. Ev ne li gorî aqil û hiş e. Dîsa îfadeya rêxistinên navneteweyî û Eren Keskîn û gundiyên ku gotin amade ne şahidiyê bikin nehatiye girtin. Divê dadgeh biryarek li gorî edaletê bide."    DER BARÊ BÛYERÊ DE    Li gundê Kelehê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de êrişa hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de lêkolînera Alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 41 PKK’iyan 22 sal in di gora komî de ye. Hêj cenazeyan radestî malbatên wan nakin. Li gorî agahiyên gundiyên derdorê dane malbatên hin cenazeyan serî li meqamên fermî dan. Lê tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî hemû serlêdan bêencam man.    MA / Adnan Bilen