Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt 2017-12-30 15:02:36 AMED – Piştî Rêxistina DBP’ê ya Amedê 5’emîn Kongreya xwe Awarte li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê li dar xist, polîsan bi ser avahiyê ve girt. Polîsan bi hinceta afiş û pankartên “Dijqanûnî” hene avêt ser avahiyê û hemû pankartan kom kir. Lêgerîna polîsan dewam dike û avahiya HDP’ê di dorpêça polîsan de ye.