Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye 2017-12-30 15:02:00 STENBOL - Li Îranê bi daxwaza aboriyê çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin û veguherîn serhildanên gel ên li dijî hikumetê, di roja sêyemîn de dewam dike. Rojnamegerê îranî Savash Porgham diyar kir ku dirûşmên ku tên berzkirin, hêjahiya çalakiyê diyar dike û wiha axivî: "Raste ras li dijî rejîmê serhildanek heye." Li Îranê zêdehî li bajarên kurd lê dijîn, li gelek herêmên din ji gel pere tê qutkirin û ji bo şerê li Rojhilata Navîn ev pere tê xerçkirin. Ev jî bûn sedema çalakiyên şermezarkirinê. Sedema gelek çalakiyên li bajaran belav bûn; pirsgirêkên aborî, enflasyon, bê karî û nelêrêtî ye. Di çalakiyan de dirûşmên li dijî Serokomar Hasan Ruhanî û hikumetê bilind dibin. Ev çalakiya ji sala 2009'an vir ve çalakiyên herî girseyî yên li dijî hikumetê tên dîtin.   Rojnameger Alptekîn Dursunoglu û rojnamegerê îranî Savash Porgham, der barê çalakiyên li Îranê de nirxandin kirin.   SERHILDANEKE LI DIJÎ REJÎMÊ YE   Rojnameger Savash Porgham, da zanîn ku roja Pêncşemê li bajarê Meşhedê ji bo pirsgirêkên aboriyê şermezar bikin çalakiyan dest pê kiriye, roja Înê ev çalakî berfireh bûne û kes li benda çalakiyek wiha nebûye. Porgham çalakiyên ku piştî hilbijartina serokomariyê ya di sala 2009'an de derketin pêş jî bi bîr xist û wiha axivî: "Berê jî tiştên wiha qewimîn. Di serî de dewleta Îranê, kesî nizanibû dê ev çalakî veguherin çalakiyên girseyî. Îro roja sêyemîn e. Ji vê şoreşek derxistin û guhertineke radîkal derxistin hêj gelekî zû ye. Lê çalakiyeke divê mirov baldar be û dersan jê derbixe."   Porgham aşkera kir ku ji 2009'an vir ve çalakiyeke wiha pêk nehatiye, ji ber wê divê bi endezî tevgerîn hebe û wiha pê de çû: "Naveroka dirûşman hêjahiya çalakiyan dide nîşan. Raste rast li dijî rejîmê serhildanek heye. Li dijî rejîma Îslamê, li dijî Humeynî û Serokomar Ruhanî serhildanek heye. Ne tenê li dijî reformîst, radîkal û aliyên muxalîf, li dijî beşên reformîst ên ku Ruhanî serkêşiya wan dike, serhildan û bertekek heye."   'FETLEKE DÎROKÎ YE'   Li gorî Porgham derketina gel a kuçeyan, di hal û hazirê de ji ber pirsgirêkên aboriyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê dema Îran dibe mijara gotinê gelek bîrbirî û bûyer divê bi hev re bên dest girtin. Ji bo em van çalakiyan bi hev re girê bidin, niha di destê me de tu dane tune. Lê ji hev qut jî nabe. Fetleke dîrokî ye. Divê mirov li bendê be. Kîjan kom, rêxistinên siyasî û aktor pêşengiya van çalakiya ndike. Divê li eniyan bê mêzekirin ku hêj nirxandineke şênber bê kirin."   DURSUNOGLU: YA TÊ DÎTIN DAXWAZÊN ABORIYÊ NE   Rojnameger û nivîskar Alptekîn Dursunoglu jî got ku "Bihareke Îranê li holê tune", dijberên rejîmê yên li welat jî ji derfetan çalakiyan gur dikin û wiha axivî: "Di nava pergalê de hin kes dixwazin hikumetê bitengijînin û sîlekî li Ruhanî bidin. Di vir de dê çi derkeve ne diyar e." Dursunoglu der barê îdiayên wekî DYA û Îsraîl gel daxistine kolanan de jî ev tişt got: "Welatên dijberên hev dema tevliheviyekê bibînin, wê gurtir dikin."   Dursunoglu li ser dirûşmên wekî "Jiyana min ne ji bo Gazze, Lubnanê, ji bo Îranê" jî ev tişt anî ziman: "Ev dirûşm di sala 2009'an de jî dihat berzkirin û bi van çalakiyan re dîsa hatina rojevê ne tesafufî ye. Daxwazên azadî, demokrasiyê yên gel çiqas derketin pêş ne diyar e, daxwazên aboriyê hêj zêdetir dixwêyê."   MA / Yasîn Kobulan