ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-08 09:00:47 * Gora komî ya 41 endamên PKK'î lê hatibûn definkirin 22 salin nayê vekirin. Malbatan ji bo gor bê vekirin û cenazeyê xwe bigirin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Malbat û Parêzerê malbata Hozan Hogir ji bo cenazeyê Hagir birin serî li AYM'ê da.  * Li Wanê heqê kîraya xaniyan piştî bankayên cemaweriyê “Krediya faîza kêm a xaniyan" da, kîrya xaniyan pir zêde bû. Serokê Komeleya Emlakvanan a Wanê Orhan Ozdek, diyar kir ku heqê xaniyeki "4+1 ode  2300 tl derbas kiriye û êdî mirov nikarin xaniyan kirê bikin.    * Rojnameger Seyît Evran têkîldarî êrîşên hêzên artêşa tirk ên li dijî Rojava û Başûr pirsên me bersivandin. Evran, da zanîn ku beşek êrîşên dewleta tirk bi destûra DYA’yê pêk tê û beşek din jî bi piştgiriya PDK’ê pêk tên.    * Li Rihayê fîrmayek tekstîlê piştî rewşa “asayîbûnê” dîsa dest bi hilberînê kir. Vê carê tekstîlê di navbera karkeran de cudakariya sendîkayan kir. Tekstîlê karkerên endamên sendîkaya nêzî hikumetê paş de girt kar lê karkerên endamên sendîkayên muxalîf negirt kar.    * Huseyîn Aytekîn ku di seraya xwe ya beriya 25 salan ava kiriye de hilberînê dike, diyar kir ku li gel hemû zehmetiyan jî bedêla keda xwe nagire.   * Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, diyar kir ku dewlet, bi armanca têkoşîna jinan ji holê rake, li rêbazên îşkenceyê dide û got: “Em ê bi hevre têkoşîna xwe ya jinê ya li dijî êrîşan mezintir bikin.”   * Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Adnan Serdaroglû, anî ziman ku îqtidarê şewb û krîza aborî ji xwe re kiriye firsend û bi vî awayî dixwaze tazmînata kidemê dewrî fonê bike. Serdaroglû, destnîşan kir ku heger ev yek berpêşî komîsyonan an jî Meclîsê bê kirin wê ber bi Enqereyê ve bimeşin.    * Aborîzan-siyasetmedar Mûstafa Dûrmûş, anî ziman ku heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin wê karker li ber patronan bêtir bêhêz bibin û got: "Bi vê projeyê re daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên."    * Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku piştî lêkolînên mufetîşan hin ke ji peywirê hatin girtin, Wekîla Serokê Daîreya Parastina Hawirdorê Fusûn Karaboga jî bi belgeyên k fesadîx xistiye nav îhaleyan û îhaleyên xeyalî çêkiriye ji peywirê hat girtin.    * Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku şewatitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî ji bo cotkaran mesrefeke zêde ye.    * Nihaşên li ser pêşnûmeya "Pir Baroyî" ku li ser daxwaza AKP-MHP'ê komîsyona Edaletê erê kir dê li Lijneya Giştîya Meclîsê bê niqaşkirin.    * Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, dê têkildarî geşedanên polîtîkayên derve li meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00)    * Danişîna doza der barê kuştina Hrant Dink de dê li 14'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Endam û rêveberên Baroya Îzmirê dê li dijî pêşnûmeya "Pir Baroyî" ku îro li rojeva meclîsê niqaş bikin li Qada Gundogdu  ya Îzmirê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (19.30)