Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr birî 2020-07-07 14:03:48   AMED – Dadgehê li Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birî.    Wezareta Karê Navxweyî di 21’ê kanûna 2019’an  de Hevşaredarên Sûrê Cemal Ozdemîr û Fîlîz Bûlûttekîn ji wezîfeyê girt û qeyûm tayînî şûna wan kir. Hevşaredar Cemal Ozdemîr hatibû girtin û piştî darizandinê hatibû berdan. Ozdemîr bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye”, “Propaganda rêxistinê kiriye”, “ji bo kirîna çekan û guleyan veguhezandinê kiriye” û “madeyên bi talûke bêdestûr li ser xwe girtiye ango dest guhertiye” dihat darizandin. Danişîna biryara dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozdemîr beşdarî danişînê nebû û parêzerên wî Mehmet Oner û Şîlan Çelîk beşdarî danişînê bûn.    DOZGER CEZA XWEST    Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest Ozdemîr bi heman îdiayan ji 9 salan heta 22 sal û nîvan were cezakirin. Her wiha dozger ji sûcdariya “madeyên bi talûke bêdestûr li ser xwe girtiye ango dest guhertiye” derbarê Ozdemîr de beratê xwest.    ŞAHIDÊN NEPEN GUHDARKIRIN   Parêzerên Ozdemîr li dijî biryara dozger parastinê kirin û bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin kul i wan şahidên nepen ku derbarê miwekîlê wan de li serê dane nehatine guhdarkirin. Parêzeran xwestin miwekîlê wan Ozdemîr were beratkirin.    8 SAL Û 9 MEH CEZA HAT BIRÎN    Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye û propaganda rêxistinê kiriye” 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Ozdemîr birî. Dadgehê ji sûcdariya “ji bo kirîna çekan û guleyan veguhezandinê kiriye” jî biryara beratê da Ozdemîr. Her wiha dadgehê xwest biryara qedexeya derketina derveyî welat a li ser Ozdemîr bidome û biryara şertên kontrola edlî were rakirin da.