HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike 2020-07-07 13:12:32 STENBOL - HDK'ê ragihand ku tecrîda li Îmraliyê ya li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê ferzkirin bandorek neyînî li tevahiya civakê dike û got: "Bi qanûna înfazê ya newekhev re tecrîd girantir bûye." Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamên 3'emîn Civîna Meclîsa Bajarê Stenbolê a Serdema 10'emîn ku di 5'ê tîrmehê de pêk anî, bi daxuyaniyekê eşkere kir.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzma AKP-MHP'ê her ku rewabûna xwe ya civakî winda dike, hîn bêhtir polîtîkayên milîtarîst, zordar, tekperest û zayendîperest dixe meriyetê, bêhtir êrişê dibe ser destketiyên jinan.   Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku Meclîsa Jinan a HDK'ê ya Stenbolê wê li dijî van polîtîkayan, têkoşîna jinan a yekbûyî li her qadê xurt bikin, ji bo jinan jiyaneke bêtundî, bêmêtingerî û jiyaneke wekhev ava bikin, bi vê armancê têkoşînê mezin bikin.   POLÎTÎKAYA ŞER   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser "înkar û tunekirina Kurdan" tê meşandin û wiha hat gotin: "Meclîsa me diyar kir ku polîtîkaya şer a faşîzma AKP-MHP'ê li derve jî li ser tunekirina Kurdan bi êrişên li Zînî Wertê, Mexmûr û Kobanê dewam dike. Meclîsa me destnîşan kir ku li dijî tifaqa AKP-MHP'ê ku polîtîkayên dijminatiya li gelan kiriye hinceta hebûna xwe, divê têkoşîn bê xurtkirin."   Di daxuyaniyê de êriş û operasyonên li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Bi krîmînalîzekirina van saziyan re di çarçoveya polîtîkaya tepisandinê de gavên nû yên êrişkariyê avêt. Bi dehan siyasetmedar û aktîvîst hatin destgîrkirin. Meclîsa me êrişên li ser van saziyên civakî şermezar dike. Bersiva me ya li desthilatdariyê, wê mezinkirina rêxistiniya civakî be."   'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Di daxuyaniyê de têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wiha hat gotin: "Tecrîda ku îro di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hatiye girankirin, li tevahiya qadên civakî belav bûye. Bi qanûna înfazê ya newekhev a li girtîgehan re tecrîd girantir bûye. Rejîma despot a ku mûxalefeta civakî ji nedîtî ve tê û xwedî pirsgirêka demokrasiyê ye, kesên ne ji xwe weke meseleyeke man û nemana xwe dibîne. Daxuyaniya ku TUHAY-DER'ê xwest li nûnertiya xwe ya li Stenbolê li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bide çapemeniyê, bi rengekî bêhincet hate astengkirin. Em piştgiriyê didin daxuyaniya çapemeniyê ya TUHAY-DER'ê û careke din dibêjin 'Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye'."