Bavê Akhamûr ê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da 2020-07-07 11:14:19 MÊRDÎN - Bavê Emrûllah Akhamûr ê di Komkujiya Pirsûsê de, jiyana xwe ji dest da bû Mehmet Şerîf Akhamûr ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Bavê endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Emrûllah Akhamûr ê bi 33 hevalên re li Navenda Çanda Amara di êrîşa DAIŞ’ê ya di 20’ê Tîrmaha 2015’an de jiyana xwe ji dest da bû, Mehmet Şerîf Akhamûr rehmet kir.  Akhamûr ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dihat dermankirin, duh ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akhamûr li Qoserê hat definkirin.   Piştî Akhamûr jiyana xwe ji dest da, malbata wî kirin karantînayê.