Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî xedexe kir 2020-07-07 10:54:48   RIHA - Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî heta 30 rojan qedexe kir. Yên bixwazin çalakiyê li dar bixin û daxuyaniyê bidin tenê ku ku walî destûr bide dikarin pêk bînin   Walîtiya Rihayê hemû çalakî, daxuyanî, meş, xwepêşandan û şahiyên pêk bên heta mehekê qedexe kir. Walî her tişt bi destûrê ve girê da. Ger ku walî destûrê bide dikarin çalakî û şahiyan li dar bixin. Ger ku walî destûr nede tu kes nikarin çalakiyan li dar bixin. Walîdiyê daxuyanî da û diyar kir ku ji 7'ê Tîrmehê heta 6'ê Tebaxê hemû çalakî û şahî bi destûra Walîtiyê ve hatine girêdan.