Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû 2020-07-07 10:17:37   AMED - Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku 29 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin salek şûnde eger kujer neyên dîtin dê dosya wî bê girtin. Hevalê Vedat Aydin û prz. Mehmet Emin Aktar, diyar kir ku Vedat pir wêrek bû û diçû her derê hêz û cesaret dida wan û got: "Aydin li pey gotina xwe bû. Şoreşgerekî mezin bû."     Siyasetmedarê Kurd û Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, 29 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat kuştin. Vedat Aydin jî di nava dosyayên "Faîl nediyar" de cihê xwe girt. Di salên 1990'î de bi sedan siyasetmedar û pêşengên Kurd hatin revandin û hatin kuştin. Yek jî pêşengê Kurd jî Vedat Aydin bû. Aydin, ji bo Komemela Mafên Mirovan (ÎHD) ava bike ket nava hewldanan. Di heman salê de bû Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê. Di 28'ê Cotmeha 1990'an de ji ber di Kongreya Navenda  Giştî ya ÎHD'ê de bi Kurdî axivî hat girtin û 2 mehan girtî ma. Aydin,  piştre di sala 1991'an de di kongreya HEP'ê ya Amedê de bû serokê HEP'ê yê Amedê.    DI 5'Ê TÎRMEHÊ DE JI MALÊ REVANDIN    Aydin piştî bû Serokê HEP'ê di 5'ê Tîrmeha 1991’an de ji aliyê kesên çekdar ên xwe wekî polîs dan naskirin ku wekî JÎTEM'ê dihatin nasîn ve hat revandin. Aydin piştî ji malê binçavkirin û şûnde di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê cenazeyê wî dîtin. Dema cezayê wî dîtin, li ser bedena wî şopa îşkenceyê hebû. Nêzî Sed Hezar gelê Amedê darbesta cenazeyê Aydin li ser milan di 10'ê Tîrmehê de li Goristana Deriyê Mêrdîn defin kirin. Bi sed hazaran kes tev li merasima cenazeyê Aydin bûn. Polîsan êrîşî merasima cenaze kiribûn û di êrîşa polîsan de 8 kesên beşdarî merasima cenaze bûn jiyana xwe ji dest dabûn.    29 SALIN HÊJ DOZ VENEKIRINE    Ji bo faîlên kuştina Vedat Aydin bên dîtin û darizandin 29 salin gav nehatin avêtin. Di 3'ê Mijdara 1996’an de piştî qezaya Susurlukê rapor hat amadekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku Vedat Aydin ji aliyê çeteyê di nava dewletê de xwe bi rêxistin kiriye hatiye kuştin. Lê der barê kuştina Aydin de lêpirsîn vekirin. Beriya 5'ê Tîrmeha 2011’an ku dem di ser dosyayê re derbas bibe, Îtîrafkarê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan têkildarî cînayetê Vedat Aydin de agahî parve kirin. Li ser vê yekê Dozgerê Komarê yê Amedê dest bi lêpirsînê kirin. Lê her çend lêpirsîn vekirin jî doz vekirin.    Têkildarî jiyan û têkoyîna Vedat Aydin, Prz. Mehmet Emîn Aktar ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.   'ŞOREŞGEREKÎ LI PEY GOTINA XWE BÛ'     Mehmet Emîn Aktar anî ziman ku Aydin herdu jî ji Bisliyê ne û ji ber vê yekê ji berê de hev nas dikirin û wiha got: "Dema ez diçûm dibistana navîn wî zanîngeh dixwend. Her tim li pey gotina xwe bû. Şoreşgerekî pir mezin bû. Di 12'ê Îlonê de di nava berxwedana Zindana Amedê de cihê xwe girt. Li Girtîgehê ji bo mohtacî wan nebe û stuyê xwe li ber wan xwar neke dest ji cixareyê berda. Li ser gotina xwe bû. Ez bi hêsanî diçûm mala wan û wekî birayê min bû. Ev rewşenbirê gel bû. Li gorî xwendekarên ku zaningehê kuta dikin, niqaş dikin, difikirin bêtir di nava gel de bû. Wekî çand û kevneşopiyên gel dijiya. Dema cihê wê dihat çêr dikir. Gotina xwe ji kesî venedişart. Her tişt aşkere digot."    Aktar, bal kişand ser mîtînga ku di sala 1990'an de xwezt li tenişta Mizgefta Mezin pêk bînin û piştre hat qedexekirin û wiha got: “Vedat Aydin ji bo axaftinê derket ser dikê. Lê polîsan ew ji ser dikê daxist. Aydin bertek nîşanî polîsê ku ewil çû wî daxe da û kulm li rûyê polîs xist. Pişte polîs tev li ser wî kom bûn û bi dijwarî li Aydin xistin. Vedat rakirin nexweşxaneyê. Piştre megot Kekê Vedat te çima wisa kir? wî jî got 'Ji xwe dê polîsan li min bixista. Min ji got kulma ewil ez li wî xim bila mêranî ji min re bimine' û helwesta xwe anî ziman."    'BI KURDÎ PARASTIN KIR'    Aktar, da zanîn ku Vedat Aydin di sala 1984’an de li Zindana Amedê her tim bi Kurdî diaxivî û wiha lê zêde kir: "Her tim bi Kurdî diaxivî. Di siyasetê de jî her tim bi kurdî diaxivî. Ji ber di Kongreya Giştî ya ÎHD'ê de bi Kurdî axivî hat girtin. Li dadgehê jî bi Kurdî parastin kir. Di nîsana sala 1991'an de bi hezaran welatî ji zilma Sadam  reviyan û hatin Şirnexê. Vedat Aydin, nûnerên ÎHD'ê û gelek rêxistinên din, em çûn Şirnexê. Em çûn Silopî û Cizîrê. Piştre em çûn Qileban û gundê Işikverenê. Herêmek çiyayî bû. Mirovên sînor derbas kiribûn kon vedabûn. Komê li herêmê lêkolîn dikir. Li wir konek nîşanî me dan. Ez û Kek Vedat derbasî kon bûn. Me dit ku rewşenbir û pêşengê koçberan di kon de kom bûbûn. Me xwest li wan guhdar bikin û daxwazên wan bibhîzin. Kek Vedat got 'Hûn çi dixwazin'. Rewşenbirên wan jî got 'Em li deşta Qoserê kampekê dixwazin.' Kek Vedat bi dilekî êş keniya û got: 'Eybe ji were. Hûn qaşo rewşenbirên civakê ne. Hûn ji ser axa we koç kirine û berê we dane vir. Lê hûn kampek ku dora pê têlkirî û dîlgirtî dixwazin. Hûn bi dîlgirtinê qayil in. Hûn ji niha de dîlgirtinê qebûl dikin. Lê hûn bi zorê ji axa we derxitine. Li şûna hûn bêjin em çawa dîsa vegerin ser axa xwe hûn ketine şoa kampê.' Me mirovên mexdûr ziyaret kiribû. Me xwest li dijî mirovên mexdûr ku bê berxwedan mane hêzêkê bidin wan. Me xwestibû hêviyekê bidin wan. Em rojekê li wir man û piştre vegeriyan."    'JI BO NEYÊ DÎTIN BIRIN MADENÊ'    Aktar, destnîşan kir ku bi Kuştina Aydin pêvajoyek nû dest pê kir û wiha bi dawî kir: "Bi kuştina Aydin pêvajoya revandina bizorê, binçavkirin, windakirin û înfazan dest pê kir. Vedat Aydin ji mala xwe ya Amedê revandin û cenazeyê wî li Madenê avetin. Xwestin cesedê wî jî winda bikin.  Hêz û wêrekî dida civakê. Bi sed hezaran tev li merasima cenaze bû. Polîsan li ser girsê gule reşandin. Aydin li kesên ji bo nirxên neteweyî têdikoşiya û kesên bindest xwedî derdiket. Ji bo wan hêz û wêrekî bû. Diçû ku bi xwe re hêvî, wêrekî û cesaret belav dikir. Di destpêka karê xwe de bû sedem ku em bi wêrekî karê xwe berdewam bikin. Gelek kes wî wekî parêzer dizanin. Lê Kek Vedat mamoste bû. Her tim ji bo civakê parêzer û hîndekar bû. Kesê herî wêrek û bi cesaret ji me stendin û birin. Kesekî hemû tiştên xweşik û bi cesaret di nava xwe de vedihewand."