Beriya ku pêşniyarqanûna baroyan bibe qanûn serlêdana baroyeke nû hat kirin 2020-07-07 10:16:32 NAVENDA NÛÇEYAN –Pêşniyarqanûna ‘pir-baro’ ku ji Komîsyona Edaletê derbas bû, beriya ku bê Lijneya Giştî ya Meclisê û bibe qanûn, bi navê “Baroya Heq û Edaletê ya Enqereyê” serlêdana baroyeke nû hat kirin.  Derket holê ku pêşniyarqanûna ‘pir-baro’ ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat amadekirin û ji Komîsyona Edaletê derbas bû, beriya ku bê Lijneya Giştî ya Meclisê û bibe qanûn, ji bo parçekirina baroyan serlêdana nav hat kirin.   PARLAMENTERÊ CHP’Ê RAGIHAND   Parlamenterê CHP’ê yê Mersînê Alpay Antmen, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirinek kir û serlêdana ku hatiye kirin ragihand. Antmen, di parvekirina xwe de ev agahî parve kir: “Pêniyarqanûnan ‘pir baro’ beriya ku derbasî Lîjneya Giştî bibe parçebûna Tirkiyeyê dest pê kir. Ji niha ve ji bo parçekirina Baroya Paytext Enqereyê serlêdana navê baroyê hat kirin. Li paytexta Tirkiyeyê jî parçekirina daraz û hiqûqê dest pê kir! Ranezê Tirkiya min!"   SERLÊDANA PATENTÊ   Li gorî belgenameyên ku Antmenê CHP’î di parvekirinên xwe de cih daye, di 04.07.2020’an de bi navê “Baroya Heq û Edaletê ya Enqereyê” ji bo patentê bi awayekî online serlêdana baroyeke nû hatiye kirin.