Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye 2017-12-30 14:08:00 STENBOL – Dayikên Şemiyê diyar kirin ku înkarkirina windayan di sala 2017’an de her çiqas dewam kir jî cih ji bêhêviyê re tune ye û ji bo di sala nû de ji bo xwe bigîhînin windayan û ji kujeran hesab bixwazin ew Tirkiyek demokratîk daxwaz dikin.  Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 666’an li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Çalakvanan pankarta “Kiryar diyar in, winda li ku ne” hat vekirin û qurnefîlên sor û laçikên bûne sembola aştiyê danîn ser û wêneyên windayan hilgirtin. Hunermend Pinar Aydinlar û Mebûsê CHP’ê Hîlmî Yarayici jî piştigirî dan çalakiyê.    Di çalakiya vê hefteyê de têkildarî qewimandinên 2017’an û bendewariyên ji sala 2018’an daxuyanî hat dayîn. Her wiha dayikan di çalakiyê de Dayika Şemiyê Fatma Morsumbul a ku berê niha salekê jiyana xwe ji dest da jî bibîr anîn.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN’    Birayê Hasan Ocak ê di 21’ê adara 1995’an de di binçavan de hat windakirin û pişt re cenazeyê wî hat dîtin Alî Ocak got ku 22 sal e di dosyeya dozê de tu pêşketin pêk nehatiye û ew ê têkoşîna xwe di sala pêşiya xwe de jî dewam bikin.    ‘SAMÎMÎ BÛNA DÊ LÊPIRSÎNEK TEKÛZ BIDANA DESTPÊKIRIN’    Wekîlê CHP’ê Hîlmî Yarayici jî got: “Bi daxwaza maf, hiqûq û edaletê em dikevin sala 2018’an û em bi desthilatdariyek her cûre tundiyê dewam dike re rû bi rû ne. Heke ku samîmî bûna dê di dozên Cizîr, Sûr, Enqere û Tahîr Elçî de lêpirsînek tekûz bidina destpêkirin.”    Yarayici anî zima nku ew ê di sala 2018’an de jî li aqûbeta windayan bipirsin û xwest ku Tirkiye bi demokratîkbûnek rastî dest bi sala nû bike.    ‘VAN HEMÛYAN TERORA KÎJAN DEWLETÊ PÊK ANÎ’    Dayiak Murat Yildiz ê di 23’ê sibata 1995’an de di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz jî got: “Em hatin dawiya têkoşîna xwe ya 22 salan. Ne yên ku tên hene û ne jî yên agahî didin hene. Divê aqûbeta windayan aşkere bikin û kujer bên darizandin. Dayika Taybet hat kuştin û wisa raket. Ugur Kaymaz bi 13 guleyan hat kuştin. Berkîn Elvan hat kuştin. Dîlek Dogan bi guleya polîsan hat kuştin. Ez ji hikumetê dipirsim. Van hemûyan terora kîjan dewletê pêk anî.”     ‘EM DIXWAZIN BIGÎHÎJIN WINDAYÊN XWE’    Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan xwend. Arcan wiha axivî: “Bila sala 2018’an bibe sala demokratîk û dewletek hiqûq. Salek nû li pêşiya me ye. Li her deverî kelecana sala nû heye. Lê me li Qada Galatasarayê 666 hefteye çalakiya xwe li dar dixin. Her kes dixwaze di sala nû de bigîhîje hêviyên xwe rastî. Em jî di sala nû de dixwazin bigîhîjin windayên xwe û ji kujeran hesab bipirsin. Em Tirkiyeyek demokratîk dixwazin.”  Arcan destnîşan kir ku di sala 2017’an de jî windayên wan hatin înkarkirin û dê her tim hêviyên wan ên ji bo siberojê hebin û dewam bikin.    Piştî daxuyaniyan çalakî bi dawî bû.