Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike' 2020-07-07 09:41:34 AMED - Tacettîn Kardaş ê di serdegirtinên malan ên navçeya Sûrê de hatibû binçavkirin û li qereqolê hatibû îşkencekirin, diyar kir ku fermandarekê dibin çavan de zexta "An hûnê vê derê hez bikin, an jî hûnê terk bikin. Hûnê vê axê terk bikin û biçin." Tacettîn Kardaş ê 52 salî, Feyzî Çetîner ê 51 salî, R.K. ê 17 salî û Halîl Aslan ê 25 salî yên di 30'ê Hezîranê de li gundê Zorava yê navçeya Sûr a Amedê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û dûre hatibûn berdan, tiştên jiyan vegotin. Welatiyan, diyar kirin ku ji ber parvekirên medya civakî yên salên 2014 û 2015'an hatin binçavkirin. Welatiyan dest nîşan kirin ku li Qereqola Leşkerî a Amedê, leşkeran gef li wan xwarine, heqaret li wan kirine û îşkence bi wan kirine. Tacettîn Kardaş, ê berê jî ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatibû binçavkirin û derbarê wî de bi îdîaya "progandeya rêxistinê kirin" doz lê hatibû vekirin, di dema binçavkirinê de heman pirs jê pirsîne.    Kardaş ê piştî îfadeya wî hat girtin û şûnde serbest hat berdan, diyar kir ku li qereqolê zexta "An hûnê vê derê hez bikin, an jî hûnê terk bikin, hûn berazin û li vê derê cihê we tuneye. Hûnê vê axê terk bikin û biçin" li wan hatiye kirin.   'HEQARET LI ZAROKÊN WÎ KIRIN   Kardaş, anî ziman ku leşkerên li wî xistin li ser demanceyên wan alên MHP'ê hebûn û wiha axivî: "Leşkeran ji min re gotin 'em du zarokên te kuşt, em ê yê sêyan jî bikujin. Wê cenazeyê wê jî ji te re we re.’ Leşkeran ji malê heya qereqolê li min xistin. Li qereqolê jî eskerekî pispor heqaretan min kir û ji min re got, 'an hûn ê ji vir hez bikin an jî hûn ê terk bikin. Hûn beraz in, cihê berazan li vir tune ye. Hûn ê ji ser vê axê derkevin herin.’ Dûre, heqaret li zarokên min Mizgîn Kardaş a YPJ'î ku di 8’ê Adara 2015’an de, di şerê li dijî DAIŞ’ê li bajarê Til Temir ê Rojava  û Hebûn Kardaş ê HPG’î ku 15’ê Nîsana 2020’an li navçeya Licê  jiyana xwe ji dest dabûn kir."   'DEWLET HEMAN POLÎTÎKAYAN BI RÊVE DIBE'   Kardaş, da zanîn ku ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tê darizandin û wiha bilêv kir: "Ev ne hincetên binçavkirinê ne. Zextên derûnîn e. Di salên 90’î de jî diavêtin ser malên me, li ber çavên zarokên me, îşkence li me dikirin. Çûyîna zarokên min jî, ji ber wan pêkanînan bûn. Niha jî dewlet heman polîtîkayê bi rêve dibe. Heqaretên mezin li me kirin. Ji min re gotin ‘hûn ji ku dera zirare bizivirin kar e. Sê heb zarokên te çûne.’ Min jî jê re got ‘ji kîjan zirarê vegerim ka bêjin. Zarokên min ji ber van polîtîkayên we çûne. Ev serê sibê de esker li ber çavên zarokên min heqaretê li min dikin. Zarokên min dê ji we zêdetir nefret bikin.'"    'ARMANCA BINÇAVKIRINÊ ÇOK DANÎNE'   Kardaş, da xuyan kirin ku ji bo şopên derpê yên li ser laşê wan jê biçin ew 6 saetan rawestandin û wiha bi dawî kir: "Piştî 6 saetan em birin nexweşxanê. Bijîşkî got, ‘stûyê wî aliyê rastê hatiye derpkirin. Armanca binçavkirina wan çok danîna erdê ye. Ji me re gotin ‘hûn ê dengê xwe nekin û îtaat bikin.’ Min jî ji wan re got ‘ez ê tu car îtaat nekim.’ Bi vê xwestin peyama 'tu mafê we tuneye' bidin me."   'KES ALIKARIYA RÊXISTINÊ DIKE?'   Feyzî Çetîner ê 52 salî jî, da zanîn ku ji parvekirinên ku di sala 2015’an de yên medya civakî hatin binçavkirin û wiha got: “Piştî ku eskeran bi ser mala me de girtin mal ser û bin kirin. Ji min re gotin ‘were îmzeyekê biavêje girtenameyê ji bo ku tiştên we zirar neditî ye.’ Min jî got heta ez li tişta nenêrim ez îmze na avêjim. Pişt re em birin qereqolê. Li wir wêneyên sê kesan nîşanî min dan got te ev parve kiriye. Min jî got ev min parve nekiriye. Gotin ‘wê demê yekî din ketiye hesabên te van parvekirinan dike.’ Pişt re pirsa zarokên Tacettîn Kardaş ji min kirin. Gotin ‘du zarokên Tacettîn hatine kuştin, kes alîkariya rêxistinê dike?’ Piştî ku min got kes alîkarî nake got baldar bin.”   MA / Fahrettin Kiliç - Fethi Balaman