Navê Omedya li keça xwe ya ku pê re ket girtîgehê kir 2020-07-07 09:11:00 AMED - Eylem Oyûnlû ku tevî zaroka xwe ya 10 rojî hê nav lê nekiribû hatibû girtin, navê Omedya ku bi kirmanckî tê wateya ‘hêviyê’  li keça xwe kir.  Eylem Oyûnlû (27) di 18'ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû vekirin de ji bo îfadeyê hatibû vexwendin û ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Licê ve bi angaşta  “Alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû girtin. Piştî biryara girtinê Oyûnlû bi keça wê ya 10 mehî ku hê nav lê nekiribû û keça wê Nefes a 2 salî re şandibûn Girtîgeha Jinan a Amedê. Piştî qarantinaya 14 rojan Oyûnlû û her du zarokên wê ji odeya yek kesî derxistin û birin odeya ku girtî lê hene. Parêzerê Oyûnlû Yûsûf Çakas, ji bo ku muwekîla wî bê berdan serlêdana îtîrazî li 3'emîn Dadgeriya Cezayê Silhê ya Amedê kiribû. Dadgeriye serlêdana parêzer Çakas bi binasiya "Biryara hatiye dayîn li gorî usûl û qanûnan e" red kir. Li ser vê yekê malbata Oyûnlû, bi riya parêzerên xwe giliya Serdozgeriya Komarê ya Licê û Dadgeriya Cezayê Silhê kir.    DIVÊ BÊ NAVBER 6 MEHA TEDAWÎ BIBÎNE   Ji ber ku zaroka Oyûnlû ya 10 rojî ku bi dayika xwe re li girtîgehê ye nexweş ji dayik bûye divê ku 6 mehan tedawiya bê navber bibîne. Zaroka Oyûnlû a bi navê Nefes a 2 salî jî ji nexweşiya bronşîtê tedawî dîtiye. Oyûnlû jî nexweşa astimê ye. Ji ber ku her çûyîn û hatina nexweşxaneyê dibe sedema 14 roj qarantînayê bi fikare ku biçe nexweşxaneyê. Dîsa ji ber ku Oyûnlû bi tena serê xwe nikare li her du zarokên xwe binêre, zehmetî dikşîne. Ji ber vê sedemê bi fikare ku zarokên wê di van şert û mercan de bi vîrûsa coronayê bikevin.    ZAROK 19 ROJ IN DI GIRTÎGEHÊ DE NE   Oyûnlû, navê keça xwe ya ku dema hat girtin 10 rojî bû û hê nav lê dananîbû kir Omedya. Omedya bi kirmanckî tê wateya hêviyê. Oyûnlû, ji bo ku nasnameyê ji keça xwe Omedyayê re derbixe daxwaznameyekê ji Muduriyeta Nifûsê re şand lê hêj bersiva wê nehatiye dayîn. Omedya û Nefes 19 roj in ku bi dayika xwe Oyûnlû re di girtîgehê de ne.   MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel