ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-07 09:00:39 * Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku 29 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin salek şûnde eger kujer neyên dîtin dê dosya wî bê girtin. Hevalê Vedat Aydin û prz. Mehmet Emin Aktar, diyar kir ku Vedat pir wêrek bû û diçû her derê hêz û cesaret dida wan û got: "Aydin li pey gotina xwe bû. Şoreşgerekî mezin bû."  * Esmer Ûlûçay, diyar kir ku Mala Tenûrê ya Şaredariya Qersê vekir bûye çavkaniya debara wê û wiha got: “Di saya vê projeyê de, êdî hewcedarî tu kesî nabin. Ji bo ku mirov dibin tehakûma kesekê de nemîne, divê rêyekê ji xwe re bibin e.”    *  Koçer her sal ji herêmên wek Botan û Xerzanê berê xwe didin zozanên Colemêrgê. Koçerên ji wan herêman hatine li Zozanê Nebirnavê bicih bûn.    * Eylem Oyûnlû ku tevî zaroka xwe ya 10 rojî hê nav lê nekiribû hatibû girtin, navê Omedya ku bi kirmanckî tê wateya ‘hêviyê’  li keça xwe kir.    * Esmer Ûlûçay, anî ziman ku Mala Tendûrê ya Şaredariya Qersê ji bo wê bûye cihê debarê. Ûlûçay, diyar kir ku bi saya vê projeyê muhtacî kesî nabe û got: "Ji bo jin di bin tehekuma hin kesan de nemînin divê ji xwe re rêyekê bibînin."    * Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, anî ziman ku rewşa li Lîbyayê wekî ya Sûriyeyê veguheriye şerê wekaletê û got: "Lîbya welateke ku dilê her kesî dibijîne xwe. Bi tabîra amiyane, dê nehêlin Tirkiye bi tena xwe wê pasteyê bixwe."   * Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert destnîşan kir ku Peymana Stenbolê peymaneke jiyanî ye û bertek nîşanî hewldanên ji bo rakirina îmzeya li bin peymanê: "Heger îmzeya li bin peymanê bê rakirin ev tê wateya ku dewlet şideta ku dike rewa dike zêde dibe."   * 7'emîn Nûnertiya Turk Îş'ê tê têkildarî tazminata qidemê li pêş avahiya nûnertiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Şaxa Haber-Senê ya Amedê, dê têkildarî sirgûnkirina serokê şaxa xwe li pêş Midûriyeta Navenda PTT'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.30)     * Danişîna doza Derya Elbasan ku ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve hatibû kuştin dê li 19'emin dadgeha Cezayê Asliye ya Dadgeha Anadolu ya Stenbolê bê dîtin. (10.30)    * Hevserokên Giştî yên Rêxistina HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar dê Bernameya Têkoşîna Demokratîk li Baxçeyê Meclîsê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bikin. (12.00)   * Baroya Enqereyê dê li dijî pergala Pir Baroyan li pêş Edliyeya Enqereyê kom bibin. (12:00)   * Aktîvîsta TJA û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Sevil Rojbin Çetin dê îro sewqi edliyeye bikin. (12.00)   * 7'emîn Şaxa Haber-Sen'ê ya Edeneyê dê têkildarî sirgûnan li Edene û Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Baroya Edeneyê dê li dijî pergala Pir Baroyan li pêş Avahiya Kevir a Edliyeya Edene daxuyaniyê bide çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar bixin. (15.30-17.30)     * 2'yemîn danişîna doza Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Ruken Demîr dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê bê dîtin. (14.00)   * Rêxistinên Ciwanan li Enqereyê dê bi minasebeta salvegera Komkujiya Pirsûsê li ber deriyê ODTU li qada spîndaran şitlên daran biçînin. (15.00)   * Baroya Îzmirê dê bi dirûşmeya "Ji Pir Baroyan re Na" li pêş Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)