Welatiyê ku ji Stenbolê vegeriya malê hat binçavkirin 2020-07-07 08:55:43   ŞIRNEX- Li gundê Bafê yê navçeya Hezexê Welatiyê bi navê Selim Akbaş, hat binçavkirin.   Li gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê welatiyê bi navê Selim Akbaş ku ji bo kar çûbû  Stenbolê, dema ku duh bişev vegeriya malê ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin. Hat ragihandin ku piştî binçavkirinê, cendirmeyan bi ser mala Akbaş de girtiye û malê serobino kirine. Sedemê binçavkirina Akbaş nehat zanîn û her wiha nehat hînbûn ku cendirmeyan ew bi ku ve birine.