Qeyûm bi îhaleyan bi milyonan TL îsraf kir 2020-07-06 16:45:36   AMED – Lijneya Koordînasyona Bajar a  TMMOB'ê ya Amedê, der barê qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’î kirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku Qeyûm bi îhaleyên bi mîlyonan tl îsraf kiriye û şaredariyî xistiye zerarê.    Lijneya Koordînasyona Bajar a  TMMOB'ê ya Amedê, der barê binpêkirinên îhaleyên ku qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’î kirin, li Odeya Mîmaran a Amedê daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Ferit Kahraman, diyar kir ku du serdem in îqtîdar bi hinceta xebatên şaredariyên bi hilbijartinê hatine qezençkirin tehamul nake, qeyûman tayînî wan dike û kesên bi hilbijartinê hatine hilbijartin wan davêje hepsê û ceza dike. Kahraman, anî ziman ku qeyûmên bi hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê çûn, gelek deyn li pey xwe hiştin û çûn û wiha got: "Dîsa tev li gelek rantan bûne û çûne. Piştî cara duyemîn qeyûm tayîn kirin dîsa tabloya berê dubare dikin."      Kahraman, destnîşan kir ku ew xebatên qeyûmên tayînî şaredariyan tên kirin dişopînin û wiha got: "Li şûna çavkaniyên cemaweriyê ji bo berjewendiyên gel têxe xizmetê, pêşkêşî hevkar û xizmên xwe dikin. Ji bo gelê bajêr jî telê talankirin û wêrankirin dimîne.    AVAHIYÊN QAÇAX GELEK ZÊDE BÛYE      Kahraman, da zanîn ku piştî qeyûm tayîn kirin li bajar avahiyên qaçax li bajar zêde bûn û wiha got: "Heta niha zêdeyî der barê 15 heban de serlêdan heye. Ger ku ev avahiyên qaçax bidomin dê telefiya wê tune be. Qeyûm ji bo kesan taybet planê çê dike. Li ser van avahiyan rantê pêş dixin. Rantê pêşkêş dikin. Li bajar plana tevahî esas nayê girtin. Di îhaleyan de buha pir zêde kirine. Îhaleyên tên kirin aşkere û vekirî nayên kirin. Îhale li gorî usûlê nayên kirin."     BI MILYONAN TL ZERARÊ DIDIN ŞAREDARIYÊ   Kahraman, agahiyên ku ji Platforma Alamr a Cemaweriyê ya Elektronik (EKAP) jî girtine parve kir û got: "Li gorî ve yekê li Şaredariya Rezan ger ku îhale vekirî û aşkere bê kirin, dê ji sedî 30-40 maliyeta wê kêm bibe. Lê bi awayekî formalîte ji sedî 1-5 bazarê dikin.    Beriya hilbijartina 2019'an a Rêveberiyên Herêmî, li kolana Surîçî ya Melikahmetê rê rakirin û ji nûve xebat kirin. Bi vê yekê bi milyonan lira zerar dan şardariyê. Dîsa di 16'ê Nîsana 2020'an de li kolana Melikahmetê û kuçeyên girêdayî wê ve vê carê li ser rêyan kevirên biçûk anîn danîn. Bi navê raxistina keviran du caran li heman cihî îhale da. Li gorî vê îhaleyê 1 Mîlyon û  837 hezar û 850 TL peyman îmze kirine. Di nava van 2 salan de ev îhale dubare hatine kirin û şaredarî bi milyonan tl xistine zerarê. Li ser Rêya Bejayî ya Herêma 9'emîn û rêya Farqîn û Rihayê bêyî salek derbas bibe cara duyemîn cara duyemîn kevir rakirin û li şûna wan dîsa kevir danîn.  Yekî datînin û dîsa radikin.    Kahraman, herî dawî anî ziman ku li Mêrdînê 15 îhale bi 103 milyon TL dane fîrmayên hevkarên xwe û wiha bi dawî kir: "Wekî vê yekê bi seda mînak hene. Em ê şopdarê vê yekê bin."