Kujerê Karaman dîsa negirtinDayika Karaman: Hûn her roj me qetil dikin 2020-07-06 12:11:50 ENQERE - Danişîna doza kujer Dr. Ozgur Tarhan ê teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Dadgehê dîsa kujerê Ayşe Karaman, Ozgur Tarhan negirt. Dayika Ayşe Karaman  Feride Karaman bertek nişan da û got: "Her roja kujer serbest tê darizandin her roj hûn me qetil dikin."    6'emîn danişîna doza Dr. Ozgur Tarhan ê teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Dozger der barê Dr. Ozgur Tarhan de bi îdeaya “Bi zanebûn kuştiye" doz vekir û îro dîsa hat darizandin. Bersûc Ozgur Tarhan ku serbest tê darizandin jî bi betlê xwe tev li danişinê bû. Di danişîna dozê de Malbata Karaman û parêzerê malbatê jî amade bûn. Heyeta dadgehê bersûc Tarhan di danişîna 4'emîn de bi sedema “Şika ku delîlan veşêre tune" serbest berdabû. Tevlêbûna Tarhan a bi taqimê betl ku mêraniyê nîşan dide bal kişand ser xwe. Parêzerê Ayşe Karaman Tolga Beyendi, di danişînê de xwest bersûc bê girtin û girtî bê darizandin. Parêzerê bersûc jî gotin "Biryar ya dadgehê ye" Heyeta dadgehê jî piştî navberê biryar da ku Kujerê Karaman Ozgur Tarhan dîsa serbest bê darizandin.    DAYIK KARAMAN: EM QET DEST JI VÊ DOZÊ BERNADIN   Dayika Ayşe Karaman Feride Karaman jî bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Du telefonên bersûc hebûn. Herdu telefon jî piştre teslîmî bersûc kirin. Em çiqas bawerin ku delîl kom kirine. Em vê yekê ji edalet û wîcdanê we re dihêlin. Dema min kujerê keça xwe dît, min 2 rojan xwarin nexwar. Min bawer nedikir ku edalet wisa be. Ez tu carî dest ji vê dozê bernadim. Em heq û edaletê dixwazin. Her ku der barê bersûc de biryara serbest berdanê tê dayîn em carek din tên kuştin. Em her roj tên kuştin.      Heyeta dadgehê dîsa biryara berdewama berdana bersûc da û bersûc dîsa dê serbest bê darizandin. Heyetê doz taloqî 9'ê Tîrmehê kir.