21 salin heman polîtîka: Zarokên kurd ên terorîst! 2020-07-06 11:02:35 ŞIRNEX- Fatma Elarslan a 12 salî, di qedexeya derketina kolanan a Navçeya Hezexa Şirnexê de hat qetilkirin dozger hewceyî bi lêpirsîna kuştina Elarslan nedît û weke terorîst qebûl kir.  Bavê Fatma Mehmet Elarslan, bertek nîşanî vê biryarê da û got: "Keçikek 12 salî çawa dikare çekê bikarbîne? Keça min zarok bû, xwendekar bû, ne 'terorîst' bû."   Li Gundê Sitî yê navçeya Midyad a Mêrdînê, Fatma Erkan a 11 salî  di sala 1995’an de dema ku leşkeran ser gund de girtin hat qetilkirin û dûre weke “terorîst” hat îlankirin. Wêneyê  Fatma Erkan a 11 salî piştî 20 salan şûnde derket holê. Dozên ku der barê  bûyerê de hatin vekirin jî, ji aliyê dadgehan ve biryarên  "bêwezîfetî" û "bêrayatî" hatin dayîn.   Parêzerên Şaxa ÎHD’a Mêrdînê,  ji bo Fatma Erkan a 11 salî ku 21 sal berê  hatibû qetilkirin di 2017’an de serî li AYM’ê dabûn. Piştî ku serlêdana AYM’ê hat redkirin, parêzeran serî li AÎHM’ê dabûn. AÎHM, biryara ku wê bide dê bandor li ser bûyerên salên 90'î jî bike.   Piştî 21 sal şûn de, li Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî di 16'ê Sibata 2016’an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û dema  qedexeya derketina kolanan de zaroka 12 salî Fatma Elarslan di 7'ê Adara 2016’an de li kolanê cenazeyê wê hatibû dîtin. Li ser îfadeya şahidê nepen Fatma Elarslan weke “Endama rêxistinê" hatibû pênasekirin.   Lêpirsîna  ku di  der barê qetilkirina Elarslan de  hatî destpêkirin, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve di sala 2020'an de biryara  "Hewce bi şopandina dosyayê tune ye" hate dayîn.   'KEÇA MIN NE TERORÎST BÛ'   Bavê Eraslan Mehmet Eraslan, bertek nîşanî biryara Serdozgeriyê da û wiha axivî: "Keça min ne 'terorîste.' Keça min diçû dibistanê. Gelo Keça min kengî bûye terorîst? Ez vê qebûl nakim û vê biryarê şermezar dikim. Keça min hîn neketibû 12 saliya xwe. Ez keça xwe terorîst qebûl nakim. Xwendekar bû, zarok bû. Ez 20 rojan li keça xwe geriyam, me nedît û di dawiyê de me di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de dît."   'JI BO KU KUJER BÊN CEZAKIRIN EM Ê TEBIKOŞÎN'   Eraslan, anî ziman ku ji bo ku kujer bê darizandin ew ê heta dawiyê tebikoşin û wiha dawî kir: "Em kurdin û em ne terorîstin. Ez ji dozgeriyê dipirsim zaroka 12 salî dikare çekê bikar bîne? Ew zarok bû û hêza wê têrê nedikir ku çekê bikar bîne.  Zaroka 12 salî dikin terorîst, ez vê qebûl nakim. Derdê wan tenê kurd in. Keça min ne li çiyê, li nava sûka Hezezê hat qetilkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo ku kujer bên cezakirin em ê heta dawiyê tebikoşin."   MA  /  Zeynep Dûrgût / Mûjdat Can