Avê Arpê gel perçe kir lê dîrok û bîranînên wan perçe nekir 2020-07-06 10:40:20   QERS - Li Navçeya Dîgorê ya Qersê Gundê Halikişla û Bagaryan ê Ermeniyan li hemberî hev in. Çemê Arpê di nava herdu gundan re derbas dibe. Çem  gund kiriye tu tax, lê çand û bîranînê wan perçe nekiriye.  Kalê 85 salî Mehmet Bozdag anî ziman ku berê ew û ermenî bi hevre dijiyan û wiha got: "Çem em kirin du perçe, lê çand, dîrok û biranînê me yek in.    Li Navçeya Dîgorê yê Qersê, Gundê Halikişla û Gundê Bagaryan ê Ermeniyan bi ava Çemê Arpê yê Arasê bûye du tax. Malên taxan li hev dinerin û beramberî hev in. Şêniyê Gundê Halikişla yê 85 salî Mehmet Bozdag, anî ziman ku berê li milê din ê gund bi ermeniyan re dijiyan û wiha got: "Em û ermenî berê bi hevre dijiyan. Di dema şer û koçberiyê de her tim me û ermeniyan alîkariya hev dikir. Navê kalkê min Mehmet Ali Sultan e. Beriya şer û beriya bi ser gund de bigirin kalkê min agahî da ermeniyan. Kalkê min diçû herêma Çiyayê Tekeldî. Dema her tişt asayî dibû agahî dida ermeniyan û digot 'Hûn dikarin aram bibin. Kalkê min û ermenî bi hevre diçûn Îranê. Diçûn genim dianîn. Carekê di rêde komekê xwest rêya ermeniyan qut bikin. Lê kalkê min jî li gel ermeniyan li dijî wan kesan têkoşiya. Piştî genim anîn kirin armanc û li hev parvekirin. Dibe ku av me bike du perçe, lê dîrok û bîranînên me yek perçe ne."     MA/ Dîndar Karataş