Bi mehan e qargoyan nadin girtiyên li Girtîgeha Patnosê 2020-07-06 10:13:04 AGIRÎ – Li Girtîgeha Patnosê, bi mehan e qargoyan nadin girtiyan û her wiha daxwaznameyên derbarê mijarê de ku tên dayîn jî nayên bersivandin.    Li Girtîgeha Patnosê her roja ku derbas dibe binpêkirinên mafên girtiyan zêde dibin. Girtiyên bi rêya telefona xwe gihandin malbatên xwe, ragihandin ku ji avê bigire heta xwarinê, ji xwarinê bigere heta qargoyan gelek pirsgirêk dijîj. Girtiyan, diyar kir ku ava wan nepaqij e û hin caran di nav avê de kêzik dertin û nikarin pê kogûşên xwe jî bişon.    Girtiyan, ragihand k udi mijara qargoyan de jî pirsgirêkên micid dijîn û ev tişt gotin: “Qargoyên ku beriya bi mehan ji me re hatin radestî me nayin kirin. Ji pirtûkan heta kincan radestî me nayên kirin. Daxwaznameyên me yên derbarê nedayîna qargoyan jî nayên bersivandin.”   Girtiyan daxwaza kir ku dengê wan bê bihîstin.