Serokên Baroyan vegeriyan bajarên xwe: Her tişt nû dest pê dike 2020-07-06 10:07:04   ENQERE - Piştî li gel hemû îtîraz û nerazibûnên Serokên Baroyan, Komîsyona Edaletê daxwaza AKP-MHP'ê ya pergala Pir-Baroyî erê kir. Piştî komîsyonê 18 xalên pergala Pir-Baroyî erê kir, Serokên Baroyan vegeriyan bajarên xwe. Piştî pergala Pir Baroyî biçe rojeva Meclîsê dê dîsa biçin Enqereyê. Serokên Baroyan diyar kirin ku hêj her tişt nû dest pê dike.    Komîsyona Edaletê daxwaza pêşnûmeya Pir-Baroyî ku ji aliyê AKP-MHP'ê vehat amadekirin û pêşkêşî komîsyonê hat kirin, li gel hemû nerazîbûnên Serokên Baroyên Tirkiyeyê dîsa erê kirin. Pêşnûmeya Pergala Pir-Baroyî ku ji 28 xalan pêk tê piştî Komîsyona Edaletê qebûl kir, tê payîn ku roja pêncşemê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê bikin. Serorên Baroyan ku 5 rojin li pêş Meclisê û Wezareta Dadê nobet digirtin, piştî pergala Pir Buroyê hat erêkirin vegeriyan bajarên xwe. Serokên Baroyan anîn ziman ku piştî pêşnûma biçe meclîsê dê dîsa biçin Enqereyê. Serokên Baroyan anîn ziman ku her tişt nû dest pê dike.    Serokên Baroyan û parêzerên Baroyan dê li bajarên xwe li pêş Ediyeyên bajarên xwe çalakiyên xwe berdewam bikin. Dê li pêş Qesrên Edaletê yên bajaran çalakiyên rûniştinê, meş, foruman li dar bixin û daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Piştî ev daxwaz biçe meclîsê dê dîsa berê xwe bidin meclîsê û li pêş meclîsê çalakiya xwe berdewam bikin.    Serokên Baroyan diyar dikin ku bi vê pergalê Îqtîdara AKP'ê dê baroyên xwe ava bikin û helwesta baroyên girêdayî xwe li dadgehê esas bigirin. Serokên baroyan anîn ziman ku bi vê yekê dê keleha parastinê darazê jî bi xwe ve girêbidin û parastinê bê tesîr bikin.    Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel li ser  hesabê medya civakî got: “Doza me hêj nû dest pê dike. Gotina dawî ya parastinê ye. Hêj me gotina xwe ya dawî negotiye. Em bei rûmeta xwe vedigerin bajarên xwe. Ji bo em ve rûmetê bi hezkirin û dostaniyê xurt bikin û bêtir têbikoşin.    ‘EM NE JI RÊYA XWE JI ENQEREYÊ VEDIGERIN'    Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkurt, jî li ser hesabê medya civakî vîdeo parve kir û got: "Em ne ji rêya xwe em ji Enqereyê vedigerin. 4 şev û roj Serokên Baroyan li dijî vê pêşnûmayê li ber deriyê Meclîsê ne. Ev projeya FETO bû. Em li dijî vê projeya perçekirinê hatin vir. Lê mixabin li me guhdar nekirin. Li gel daxwazên Serokên 80 baroyan ên nivîskî dîsa li gorî xwe kirin. Bi awayekî dijdemokratîk di Komîsyona Edaletê re derbas kirin û erê kirin. Tu tişt xelas nebû her tişt nû dest pê dike. Wekî roja çarşemê hat rojeva Komîsyona Edaletê em ê dîsa li dijî wê têbikoşin."    'BARO DÊ GOTINA DAWÎ BÊJIN'    Serokê Baroya Aksarayê Erhan Toprak jî anî ziman ku vî welatî baronên îhaleyan, tiryakê, zevîyan dît, lê niha dê Pir Buro û Baroyên Hiqûqê jî bibîne. Lê bila fikara kesî tune be. Dê gotina dawî ya Baroyan be. Em dest ji doza xwe bernadin."