'Hesreta me bûye dilopek av' 2020-07-06 09:06:56 MÊRDÎN – Li navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê, gundiyên ku DEDAŞ’ê kareba ji ser wan qut kir û ji ber vê yekê ava bîrêwan jî qut bû, li ber navendên trafoyan dest bi girtina nobetê kirin. Şêniyên gundan ku yekîneyên DEDAŞ diqewirînin, bertek nîşanî rayedaran dan û gotin “Em êdî bûne hesreta dilopek av."    Li gundên navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê DEDAŞ'ê bi hinceta deynê karebayê (elektrîk) heye ji 14'ê Gulanê heta niha kareba ji ser cotkar û rençberan qut kiriye. Ji ber ku karebaya gundan hatine qutkirin, pêve girêdayî ava bîrên sontajê jî qut bûne. Ji ber vê pratîka DEDAŞ'ê zêdeyî 50 gundên beriya Mêrdîn nêzî 2 meh in bê av û kareba dijîn. DEAŞ'ê 15 roj berê kareba gundên Artuklu jî qut kir. Niha li gundên Qoser, Dêrik û Artuklu, ji ber kareba tune av jî tune. Welatî pêdiviyên avê ji bîrên hêlê û tangêrên avê peyda dikin. Her çend rayedarên DEDAŞ’ê deyn û fatûreyên kareba nîşan bide jî, cotkar û rençber diyar dikin ku ev ne rast e û hatine mexdûrkirin. Cotkar destnîşan dikin ku rayedarên DEDAŞ'ê ketober fatûreyan ji wan re dinivîse. DEDAŞ'ê heta niha bersîv nedaye daxwazên gundiyan û qutkirina karebayê û avê didome.    DADGEHÊ BETAL KIR DEDAŞ'Ê DÎSA NIVÎSÎ   Cotkaran serî li dadgehê da û dadgehê di lehê cotkaran de biryar da. Li ser vê yekê DEDAŞ'ê fatûreyên karebayê ji sedî 75 kêm kir. Lê DEDAŞ'ê piştî biryara dadgehê dîsa fatûre nîvîsî. Piştî yên deynê wan tune bûn jî mexdûr bûn, vê carê rayedarên DEDAŞ'ê diyar kir ku yê deynê wan tune be dê piştgiriya jeneratorê bidin wan. Rayedarên DEDAŞ'ê di Kanûnê de ev daxuyanî da, lê heta niha ji bo çotkarên ku deynê wan tune jenerator ava nekirine. DEDAŞ’ê ji cotkaran ji bo jeneratorê nêzî 300 hezar TL xwest. Lê ji ber kesî pere neda vê carê DEDAŞ'ê jenerator jî neda cotkaran.    Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mikail Erbeyî têkildarî mijarê anî ziman ku bi dehan caran tespît kirin ku DEDAŞ’ê fatûreyên pir zêde ji cotkaran re şandine û wiha got: "Der barê fatûreyên zêde de biryara dadgehê jî heye. Dîsa herêm li dervê avdaniya çandiniyê hatiye hiştin. DEDAŞ li ser ceyrana sanayê fatûreyan ji cotkaran re dibire. Derket holê ku DEDAŞ’ê ji bo zeviyên Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê Cengiz Demîrkaya  û xizmên wî yên li Qoserê xeta taybet a karebayê kiyandiye. Li ser vê yekê berteka gel zêde ye. Li herêmê hin cotkaran li dijî vê neheqiyê dest bi grevên birçîbûnê kirin. Li hin cihan xwestin bimeşin û vê yekê protesto bikin. Lê çalakî ji ber vîrûsa corona hatin rawestandin. Dîsa ji ber Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirine ev çalakî hatin rawestandin."    LI DIJÎ DEDAŞ'Ê DEST BI NOBETÊ KIRIN   Li aliyê din cotkarên ku genim çandibûn piştî genim çinîn vê carê garis çandin. Lê ji ber av û kareba tune tovê garis tev di nava axê de zuha dibe û hişk dibe. Cotkaren ku çandinî kirine ji bo ceyran neyê qutkirin li ber trafoyan nobetê digirin û dema personelên DEDAŞ'ê tên wan ji herêmê diqewirînin.    Yer ji cotkarên ku li ber trafo nobetê digire Şeyhmus Sariyer e.  Sariyer, ani ziman ku li herêma Mêrdîn pirsgirêka sereke helwesta DEDAŞ’ê ku li ser cotkaran e. Ji ber DEDAŞ karebayê qut dike cotkar nikarin çandiniya xwe bikin û nikarin zeviyên xwe av bidin. Cotkarên genim çandibûn zerar kirin. Cotkar di bin zextên mezin de dijîn. Em ê êdî bi destê xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em 10 kw enerjî xerç bikin bi qasî buhayê 100 kw hewê enerjiyê fatûre dibirin. Niha kareba ji ser me qut kirine û av ji qut bûye.    EM BÛN HESRETA DILOPEK AV    Keyayê Gundê Emberiyê yê navçeya Artukluyê Çelebi Kaya jî anî ziman ku welatiyên ku deynê wan tune jî fatûre ji wan re nivîsîne û wiha got: "DEDAŞ li ser welatiyên herêmê zilmê dike. Li gund mirovên nexweş û zarok hene. Ji ber kareba tune av jî tune. Ligel deynê gund ê karebayê tune jî disa av qut kirine."    Cotkar Kanivar Koç jî anî ziman ku li gel deynê wî tune jî karebaya wî qut kirine û hemû welatiyên herêmê mexdûr bûne.    MA / Ahmet Kanbal