EGE TUHAY-DER: Girtiyên nexweş li ber mirinê ne 2020-07-06 09:06:13   ÎZMÎR - Hevserokê EGE-TUHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku bi şewba vîrûsê re binpêkirina mafên girtiyan zêde bûye û girtiyên nexweş li ber mirinê ne.    Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê  li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê 458 girtiyên nexweş rewşa wan giran in. Hezar û 334 girtî jî nexweş in û divê bên dermankirin. Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare li girtîgehê bijî" daye 458 girtiyan û divê bi lez bên berdan. Lê tevî hemû serlêdanan girtî nayên berdan. Li herêma Ege jî 84 jê girtiyên ku nexweşiya wan giran in û bi giştî 261 girtiyên nexweş hene. Her çend Zagona înfazê di meclîsê re derbas bû jî girtiyên siyasî û nexweş nehatin berdan. Gelek malbatan serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatan ên Egeyê (EGE-TUHAY-DER) dan û alîkarî xwestin. Têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li herêma Egeyê, Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatan ên Egeyê (EGE-TUHAY-DER) Ahmet Ertaş nirxandin kir û wiha got:  "Dema em li serlêdanên tên kirin dinerin, em dibînin ku li girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye.    Ertaş anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên dij demokratîk zêde bûne û wiha got: "Bi taybetî piştî pêvajoya şewba vîrûsê binpêkirina mafan zêde bûye. Mafê girtiyên nexweş tê xezpkirin. Mafê wan ê revîrê, paqijiyê û mafê ciakî tê binpêkirin. Gelek mafê wan ê qantînê xezp dikin. Girtî di şertên giran de di bin rîskek mezin de dijîn. Dîsa rastî pêkanînên keyfî tên. Bi taybetî girtiyên nexweş terkî mirinê kirine û girtiyên nexweş li ber mirinê ne.    FATMA OZBAY BI RÎSKA MIRINÊ RE RÛ BI RÛ YE   Ertaş bal kişand ser Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê û wiha lê zêde kir: "Fatma Ozbay bi nexweşiya pençeşêre ye. Li gel vê nexweşiyê dermankirina wê asteng dikin. Mixabin Ozbaş nabin nexweşxaneyê. Dema bibin girtîgehê jî 14 rojan di qerantînayê de digirin. Lê Ozbay bi serê xwe nikare bijî. Divê yek alîkariyê bidê. Li dijî şewbê nikare xwe biparêze. Ozbay û girtiyên din ên nexweş bi rîska mirinê re rû bi rû ne.    GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BERDIN   Ertaş, bang li Wezareta Dadê, û hemû parazvanên mafên mirovan kir û xwest girtiyên nexweş serbest berdin û wiha bi dawî kir: "Di serî de wezareta dadê bang li hemû rayedaran dikim ku girtiyên nexweş serbest berdin. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan em ê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin."