Qeyûm gelek AKP'î li ser 'Lazimî heye' xistin karê şaredariyê 2020-07-06 09:04:11 MÊRDÎN - Bi lîsteyekê derket holê ku Walî û Qeyûmê nû yê Mêrdînê Mahmut Demîrtaş, piştî tayînî Mêrdînê bû, rojek şûnde gelek AKP’î bi hinceta "Pêdivî heye" xistin karê şaredraiyê.  Walî û qeyûmê nû yê Mêrdînê Mahmut Demîrtaş çawa tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, 30 personelên nû yên AKP'î xistin karê şaredariyê. Di 19'ê tebaxa 2019’an de Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Di 10'ê Hezîranê de Walî û qeyûmê Mêrdînê Mustafa Yaman şandin navendê û li şûna wî Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş tayînî Mêrdînê kirin. Piştî walî û qeyûmê berê Yaman ji Mêrdînê qetiya, di 19'ê Hezîranê de Walî ligel Mufetişînên Mulkiyê lêkolîn kirin û tespît kirin ku di dema waliyê berê de gelek "Nelirêtî, zerara cemaweriyê hatiye kirin û  ruşvet hatiye xwarin." Li ser vê yekê li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê gelek rêveber de serlêdana sûc kir. Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Abdullah Yenîgun, Serokê Lijneya Rêveberiya Kent A.Ş. Zeyni Teker, Serokê Daîreya Rêyên çoltarê Sinan Yildirim, Serokê Daîreya Xizmetên Malî Adnan Kaya, Serokê Daîreya Xizmetên Piştgiriyê Îbrahim Erkan, Keça Yaman a “Manevî' û Wekîla Serok3en Daîreya Xezmetên Civakî Merve Erciyas û Memûrê Protokolê ya Walîtiyê Bulent Erdolu ji peyvirê girt.    Piştî Yaman di 10'ê Hezîranê de çû navendê, di navbera 11-16'ê Hezîranê de 30 personelên nû xistin kar. Derket holê ku hemû Personelên xistine kar AKP'î ne. Hat dîtin ku kesên nû xistine kar bi îmzeya Zeyni Teker hatiye kirin. Bi lîsteyê derket holê ku hemû personelên nû yên xistine kar AKP'î ne.    30 kesên nû xistin kar di bin baneya Serokê Daîreya Karên Civakî, Turîzm û Çandê, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daireya Zabiteyan, Serokatiya Daîreya Xizmetên Destekê, Serokê Daîreya Xizmetên Kent AŞ., Serokatiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê, Serokatiya Daîreya Karên Fenê, Midûrê Giştî yê Daîreya Karên av û Qanalîzasyonê û Midûrê Karên Huqûqê de hatin bicih kirin.    Di nava kesên di kar de bi cih kirine kurê Teker ê ku Zanîngeha Kosova xwend lê YOK'ê belge nedayê Muhammed Sefa Teker jî heye. Teker di heman demê de Endamê Ciwanên AKP'ê yê Artukluyê ye.    Ajansa me ya Mezopotamya (MA) xwe gîhand lîsteya 30 kesên ku xistine kar. Kesên xistine kar, di serdema Qeyûm Mustafa Yaman de bi Şaxa Vakfa Ensar a Mêrdînê û Vakfa Selahattin Eyyubî ku li Qoserê xebat dikir re di nava têkiliyê de ne.    MA / Ahmet Kanbal