Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê 2020-07-05 16:34:53 AMED -  Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî ku bi stran û dengê xwe yê navdar cihê xwe di dilê gelê kurd de ava kir, spartin axê.     Seydo Şîmşek ku di nava gel de wekî “Xalê Seyîtxanê Boyaxçî” dihat nasîn û bi denge xwe yê xweş cihê xwe di dilê gelê kurd de ava kir, di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da bû. Bayaxcî, yê bi salên dûv û dirêj li Mala Dengbêjan kilam gotin û dengbêjî kir, ji ber enfeksiyonê bedena wî felç bûbû û dihat dermankirin. Cenazeyê Boyaxcî ji ber şewba vîrûsa koronayê, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê piştî wacibeyên olî hat definkirin.    Malbata Boyaxcî piştî merasîma cenaze, li malê şîna xwe danî û ji ber şewba vîrûsê wê bi awayekê bi sînor kesan ji bo şînê qebûl bikin.