Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû 2020-07-05 11:16:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona leşkerî ya li dijî Heftenînên di roja 19'emîn de dewam dike. Girê Dûpişkê ku ji duh ve şerek dijwar lê heye, ji aliyê helîkopteran ve tê bombebaran kirin. Operasyona leşkerî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a li dijî herêma Heftenînê ya Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê ji 16'ê Hezîranê ve dewam dike. Li gorî daxuyaniyên fermî, heya niha 5 leşkeran di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn. Herêma ku operasyon lê berdewam dike, her tim ji aliyê helîkopter û balafirên şer ve tê bombebaran kirin. Di heman demê de, bi helîkopteran leşker sewqî herêmê tên kirin.    Li herêma ku sewqiyeta leşkerî lê tê kirin, ji şevê din ve bi awayekê dijwar şer heye. Yek ji cihên şer lê dijwar bûye Girê Dûpişkê ye. Helîkopter bi awayekê dijwar Girê Dûpişk bombebaran dikin. Li girê "Şehîd Adar", "Şehîd Sîpan", "Xantûr" û herêmên din ên Heftenînê jî, pevçûnên dijwar rû didin.    6 SÎVÎLAN JIYAN XWE JI DEST DAN   Ji roja ku operasyona TSK'ê dest pê kiriye û heya niha, di bombebaranên hatin kirin de, 6 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek sîvîl jî birîndar bûne.