Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin 2020-07-05 10:37:30 ŞIRNEX - Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, diyar kirin ku ligel ku li bajêr vîrûsa koronayê zêde bûye jî, pêşiya organîzasyon cuda hat vekirin û wiha bertek nîşanî vê yekê dan: “Rayedar pir xemsar nêzî mijarê dibin. Divê gelê me li dijî vê bi xwe bergiriyên xwe bigirin.”    Piştî biryara “asayîbûnê” ya Saziya Hifzissihha ya Şirnexê, şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li tevahiya  bajêr zêde bû. Ligel zêdebûna şewbê jî, biyara vekirinên kafeyên înternetê, şano, salonên konseran, sinema, civînên gel û hwd. rê li ber guman û fikaran vekir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku wê bi vê biryarê re hejmara kesên bi şewbê bikevin zêdetir bibe.    RÊ LI BER FIKARAN VEKIR   Kaçmaz ê HDP’î, da zanîn ku hişyarên wan berê kiribûn li ber çavan nehatiye girtin û wiha axivî: “Me hewl da em bi saziyên berpirsiyar re hevdîtin bikin, lê ev hewldanên me bê encam man. Li Cizîrê ji derveyî Çemê Dîcle hemû herêmên din li ser nexwerêyê weke qada bi rîsk hatiye destnîşan kirin. Hin rayedar, zêdebûna şewbê bi dawet, şîn û şahiyan ve girê didin. Lê Saziya Pandemî ya Şirnexê di 1’ê Tîrmehê de, bi biryarên dayî, vê yekê vale derdixe. Di navbera Wezaretê û Saziya Pandemî ya Bajêr de bê koordînasyonek mezin heye. Ev sazî berevajî wezaretê tevdigere. Ev jî dibe sedema fikar û gumên gel. Divê welatî guh nedin van biryaran û cîdî nêzî şewbê bibin. Pêwîste ku gel bi xwe bergirtiyên xwe bigirin.”    BANGA XWE PARASTINÊ LI GEL KIR   Parlamenter Hasan Ozguneş jî, dest nîşan kir ku li navçeya Cizîrê hejmara kesên bi şewbê ketin pir zêdeye û wiha bang li welatiyan kir: “Her ku diçe ev hejmar zêdetir dibe. Dikandaran hem ji bo parastina xwe û hem jî ji bo parastina civakê deriyên dikanên xwe girtin. Lê walîtî û qeymeqam li şûna piştgiriyê bidin vê hestiyarbûna dikandaran, zext li wan kir ku dikanên xwe vekin. Êdî rewş wisan bûye saziyên pêwendîdar bersivê nadin telefonan. Em ji ber rewşa heyî bi gumanin. Gel jî dinava fikarên mezin deye. Divê gelê me bi hestiyar nêz bibe û bi xwe bergiyên xwe bigirin. Em cardin bang li rayedaran dikin ku bergiriyên pêwîst bigirin.”