'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin' 2020-07-05 09:23:23 ENQERE - Pispora Sendîkayê Pinar Abdal, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde jin ji kar hatine derxistin û got: "Bi rakirina tazmînata kidemê re jî wê wekî dema pandemiyê ewilî jin kar bên derxistin."   Li gorî lêkol,na Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku di 20'ê Hezîranê de parve kir li Tirkiyeyê di dema pandemiyê de rêjeya hêza kar a jinê ji sedî 11 û îstihdama jinê ji sedî 9 kêm bûye û bi giştî jî rêjeya kar ji sedî 45,3 ye. Her wiha niha jî nîqaşên der barê kidema tazmînatê bûne rojev ku tê gotin wê dewrî fonê bê kirin. Pispora Senîdkayê û Endama Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) Pinra Abdal, pêvajoya pandemiyê û nîqaşên der barê tazmînata kidemê de nirxandin.   HERÎ ZÊDE JIN JI KAR HATIN DERXISTIN   Abdal, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de newekheviya çînî kûrtir bûye û got: "Her wiha ev yek bi xwe re navbera cinsan de jî kûrtir kir. Piştî demekê derxistina ji kar hat qedexekirin lê heya wê demê jî gelek kes ji kar hatin derxistin. Piraniya vana jî jin bûn. Her wiha jinên ku li sektorên derî qeydê bi awaukî fîîlî dişixulîm jî betal man. Mînakên bi vî rengî pir in. Yanî di vê pêvajoyê de herî zêde tahd eli karkerên jin hat kirin. Şidet û cihêkarî zêde bûe, jin mehkûmî newekehviyê hat kirin. Her wiha ferqa heqdestiyê ya jin û mêran jî pir zêde bû."   Abdal, destnîşan kir ku kardêran pêvajoya şewbê veguherandiye firsendê û got: "Ji destpêka salên 2000'î ve hin tiştên ku sermayeyê dixwest piranî di vê serdemê de ji hêla hikûmetê ve hatin qebûlkirin û pêk hatin. Di tiştên di warê îstihdamê de hatin kirin hema bêje jib o jinan tiştek jî tuneye. Çimkî li Tirkiyeyê ji xwe jin derî qeydkirin, bêtemînat û sîgorte tên şixulandin. Yek ji van qadên sereke jî qada çandiniyê ye. Ev qada, qadeke ku şert û mercên dijî rûmeta mirovan tên ferzkirin û tu tevdîr lê nayên girtin. Ev pirsgirêk di dema pandemiyê de zêdetir bûn."   Abdal, anî ziman ku li Tirkiyeyê sedemeke ku jin daxilî nav îstihdamê nabin jî ew e ku keda navmalê li wan tê barkirin û got: "Pêvajoya pandemiyê ev bar girantir kir. Ji ber vê hin jin mecbûr man ji qada îstihdamê vekişin. AKP, li gor berjewendiyêns ermayyeê tev digire. Bi salan e îstihdama jinê bi awayekî sîstematîk tê bêtemaînatkirin. Gelek model di ser keda jinê re berpêşî piyaseya kedê ya Tirkiyeyê hatin kirin. Di vê pergalê de bi qasî ku jin karibin di warê aborî de azad bin heqdestek nayê dayîn. Yanî pergaleke ku hem dike pêgirtiyê malê hem jî mayina li malê û li kar ferz dike."   DI DEMA PANDEMIYÊ DE MIRIN KARKERÊN JIN   Abdal, bilêv kir ku di dema pandemiyê de hem betalî hem jî destûra bêheq çêbûye û got, li sektorên tenduristî û zexîreyî jî zextên ji bo zêdebûna hilberînê pir bûne. Abdal, got: "Li van qadan kedkarn jin bi giranbûna kar, zêdebûna saetên mesaiyê, tenduristî û ewşehiya kar re rû bi rû man. Xebitandina elestan a li jina tê ferzkirin zêde bû. Her wiha di dema pêvajoya pandemiyê de hejmara karkerên jin ên jiyana xwe ji dest didin jî zêde bû."   ‘ARMANC KARIBN BI RIHETÎ JI KAR DERXIN'   Abdal, anî ziman ku di her serdemê de tazmînata kidemê bûye rojev û ji bo hedefgirtina tazmînata kidemê got: "Tazmînata kidemê, ji bo karkeran temînateke karî karî ye. Sedema ku kardêr dixwazin tazmînat bê betalkirin jî ew e ku karibin karkeran bi rihetî ji kar bavêjin. Li Tirkiyeyê her tim ewilî jin ji kar tên derxistin. Heger tazmînata kidemê ji holê bê rakirin wekî serdema pandemiyê ewilî wê jin kar bên derxistin."   Abdal, destnîşan kir ku bi salan e çîna karkeran ji bo vê têdikoşe, lê dîsa jî dibe rojev û got: "Lê heya vê têkoşîna bibiryar a çîna karkeran hebe wê nikaribin tazmînata kidemê ji holê rakin."   MA / Zemo Aggoz