Kîşînê ji sedî 77 astengdar serbest berdin 2017-12-30 12:17:21 STENBOL - Apê Ufuk Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar ku di rojên borî de bi dayîk û bavê xwe re hat girtin Turabî Kîşîn, diyar kir ku Kîşîn nikare bi tena serê xwe bijî û xwest bê berdan.   Li Îzmîrê di 19’ê Kanûnê de Ufuk Kîşîn ê ji sedî 77 atengdar, bi dayîka xwe Fîdan Kîşîn û bavê xwe Nuralî Kîşîn re bi îdîaya “Endamê rêxistinê” û “Porpagandaya rêxistinê kirin” hatin girtin. Apê Ufuk Kîşîn ê 30 salî ku li Îzmîrê hatin dine Turabî Kîşîn, diyar kir ku biraziyê wî nikare bi tena serê xwe bijî û xwest serbest bê berdan.    ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJÎ’   Ap Kîşîn, anî ziman ku biraziyê wî di 2006’an di encama qezayekê de, travmaya mejî derbas kir û  wiha   axivî: “Bi mehan li Zanîngeha Egeyê di beşa lezgîn de ma. Piştî hat ser hişê xwe bêyî ku bi axive, bû nexweşê doşekê. Bi demê rê dest bi axaftinê kir û meşiya. Piştî salên dirêj ên derbas bûn, hîn jî dermankirina wî didome û baş nebûye. Rewşa wî ya ji sedî 77 astengdar ên mejî û fizikiyê didome. Hafizeya wî pir lewqaze û zû ji bîr dike. Hejmaran, rojan, hefteyan û dîrokna tevlîhev dike. Gava dimeşe ji ber ku denga xwe nagire, dilikumîne. Ev yek dem bi dem zirarê dide bedena wî.”    JI BO BAV HATIN MALBAT HEMÛ BIRIN   Kîşîn, têkildarî roja serdegirtina malê jî ev agahî dan: “Polîsên ser malê de girtin gotin derbarê birayê min de îxbar heye. Hinek bi telefonê li polîsan geriyane û gotine ‘Kurê Nuralî Kîşîn Bulut Kîşîn li çiyeyê, Nuralî Kîşîn alîkariya wî kiriye.’ Bi vê hincetê ser mala  birayê min de girtin. Di lêgerîna malê de, li odeya biraziyê min Ufuk wêneyê birayê wî Bulut Kîşîn ê di sala 2005’an de beşdarî PKK’ê bûyî, nîşe, şîîr û kirtûkên di salên xwendekariyê de nivîsandibûn hêmanên sûc hatin dîtin. Weke ku ev yên biraziyê min Ufuk bin muamele tê kirin. Polîsên ji bo birayê min bigirin hatin malê, lê dibin navê “Belgeyên rêxistinê girtin’ de hemû malbat kirin bin çavan.”    BANGA HESTIYARIYÊ    Kîşîn da zanîn ku biraziyê wû Ufuk Kîşîn bi wî halê xwe ve 7 rojan li Midûryeta Polîsan a Bozyaka ya Îzmîrê girtin û wiha domand: “Piştî 8 rojan parêzerên me rapoar ji sedî 77 astengdar a Nexweşxaneya Zanîngehê ya Egeyê dan şandeya dadge û dozger. Lê ligel vê yekê jî bi dayîk û bavê xwe re şandin Girtîgheha Şakranê.”   Kîşîn, ji bo biraziyê xwe Ufuk Kîşîn banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest biraziyê wî bê berdan.