Hem nexweşî zêde ye hem av tune 2020-07-05 09:22:32   ÊLIH –  Li Êlihê ku her diçe hêjmara nexweşên şewba vîrûsa Covid-19 zêde dibe, pirsgirêka avê di asta jor de ye. Ji ber av naherike welatî nikarin paqijiyê bikin û nikarin parastina li dijî vîrûsê bikin. Serokê Odeya Tabîban a Êlihê Selahattin Oguz, xwest bi lez pirsgirêka avê bê çareserkirin.   Li Êlihê ji meha Nîsanê heta niha pirsgirêka avê heye. Ava bajar bi rêk û pêk naherike û dem bi dem avê ji ser bajar qut dikin. Niha ji Êlihê her rojê 4 saetan avê ji ser bajar qut dikin û welatî nikarin bi rêk û pêk paqijiya xwe bikin. Ji ber pirsgirêka avê her sal nêzî 20 hezar mirov li şaredariyê gilî dikin û dixwazin pirsgirêka herikina avê çareser bikin. Niha bi taybetî ji ber şewba vîrûsa Covid-19 welatî li dijî şewbê nikarin paqijyê bikin û bê parastin dimînin.    Şaredariya HDP'î ya Êlihê piştî li dijî vîrûsa Corona tedbîr girtin, Wezîrêi Karên Hundir di 23'ê Adarê de qeyûm tayîn kir û şaredarî desteser kir. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kir Êlih ku 460 hezar nifûsa wê heye bêtir mexdûr û perîşan bûn. Serokê Odeya Tabiban a Êlihê Selahattin Oguz, xwest bi lez pirsgirêka avê bê çareserkirin û gel li dijî şewba vîrûsê bê parastin neyê hiştin. Oguz, diyar kir ku hemû kes dizane li Êlihê şewba vîrûsê pir zû belav dibe û ji ber vê yekê av ji bo tenduristiya gel gelek girîng e. Oguz, da zanîn ku di vê pêvajoya ku nexweşiya vîrûsê li Êlihê belav dibe av ji bo parastina li dijî şewbê gelek girîng e û wiha got: "Li dijî nexweşiyên Enfeksiyon û nexweşiyên din av gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdivî bi avê û paqijiyê heye. Av tune be paqijî nabe. Me di destpêka şewbê de jî hişyar kir ku maske bikar bînin, girîngiyê bidin mesafeya fîzîkî û paqijiyê. Paqijî gelek girîng e. Ev jî bi avê pêkan e. Ji ber vê yekê divê bi lez avê berdin û avê ji ser gel qut nekin."