Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat 2020-07-05 09:18:26 STENBOL – Parêzvanê mafê mirovan Gundal Kûrşûn ku di "Doza Buyukadayê" de 2 sal û mehek ceza lê hat birîn, anî ziman ku dadgehê rezîltiya xwe îtiraz kiriye û ji bo bilindkirina têkoşîna mafên mirovan bang li her kesî kir.    Ji ber civîneke di 5'ê Tîrmeha 2017'an li Buykadayê hatibû kirin Serokê Fexrî yê Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Taner KIliç, dîroketorê wê yê berê Îdîl Eser jî di nav de li 11 parêzvanên mafên mirovan doz hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 35'an a Stenbolê biryara xwe di 3'yê Tîrmehê de aşker kir. Dadgehê li Taner Kiliç 6 sal û 3 meh, li Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser û Ozlem Dalkiranê jî herkê sal û 13 meh ceza birî û der barê ên din de biryara beraatê da.    Gunal Kûrşûn ku sal û mehek ceza lê hat birîn, anî ziman ku ev biryar ji bo wan ne biryareke suprîz bû û dadgehê rezîltiya xwe îtiraf kiriye.     Kûrşûn, bilêv kir ku wê parazvanên mafên mirovan ên cez ali wan hatiey birîn hinekî bêtir bi îşî re mijûl bibin û got: "Biryara hatiye dayîn di warê hiqûqê de biryareke êşbar e. Lê belê ji ber ku ji mêj ve em di vê dozê de bi se rketibûn, em ê ji cihê mayî têkoşîna xwe ya ji bo mafê mirovan bidomînin."   Kûrşûn, anî ziman ku bi vê dozê xwestine peyama "Dev ji van karan berdin" bidin parêzvanên mafên mirovan û got, lê belê ew ê têkoşîna ji bo mafan bilindtir bikin. Kûrşûn, destnîşan kir ku niha ji her wextî bêtir pêdiviya mirovan bi mafên mirovan heye û got: "Bi rastî jî ji bo ev welat bibe welatekî li ser asasên mafên mirovan û bibe dewleteke hiqûqê û ji bo zarokên me pev re bijîn divê mirov bixebite."   ‘EM Ê JI HER WEXTÎ BÊTIR LI BER RABIN'   Kûrşûn, anî ziman ku hema bêje tu hêleke siyasî ay Doza Buyukadayê tuneye û got: "Di dozê de rasterast peyamê didin tevgera mafên mirovan. Lê belê kes bawer nake daraza Tirkiyeyê darazeke bêalî û serbixwe ye. Kêfa me dihat me digot di dema vê îqtidarê de îşkence û muameleyênx irab kêm bûne. Lê mixabin di demên dawî de pir zêde bûye. Ev di hemû raporan de pir şakere dixuyê. Lê em ê jî ji her wextî bêtir li dijî îşkenceyan rabin."    Kûrşûn, bang li civakê kir ku piştgiriyê bidin xebatên ji bo mafên mirovan û got: "Em hemû divê dozê hiqûqê bikin ku hiqûq were. Divê dengê me ji ên ku hiqûqê naxwazin bêtir bilind derkeve."