Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye 2020-07-05 09:15:27 STENBOL – Karkeran destnîşan kir ku îqtidar û sermaye pev re dest datînin ser mafê wan ê tazmînatê û gotin, li dijî vê hewldana wekî "fermana mirinê" ye "greva giştî şert e."    Bertekên li dijî "Pergala Teqawidbûyînê ya Temamker" didomin ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan di bin navê "Mertala Îstihdamê" de ragihandibû.  Wê bi vê re hema bêje mafê tazmînatê ê karkeran ji holê bê rakirin. Karkeran destnîşan kir ku tazmînat xeta wan î sor e û got, heger paş ve gav neyê avêtin tekane re greva giştî ye.    ‘ÎQTIDAR LI CEM PATRON E'    Kevser Çigrikçi ku li Zanîngeha Bogazîçiyê dişixule, anî ziman ku tazmînata kidemê temînata wan e  pêşerojê yeû got, loma ew li dij vê yekê ne ku tazmînata karkeran dewrî fonê bê kirin. Çigrikçi, got: "Ev pir zelal bû. Îqtidar ne karkeran patrona diparêze. Tê gotin bi vî awayî dixwaz ekêmaniya xwe ya budçeyê temam bike. Dixwazin bi desteserkirina tazmînata me ya kidemê me bê temînat bihêlin."     ‘MAFÊ ME YÊ JIYANÊ JI DEST ME TÊ GIRTIN'    Karker Alî Riza Ozkan jî anî ziman ku karker bi salan şixulîne û tiştek dane ser heve, lê belê niha jî tê xwestin ev yek ji wan bê stendin. Ozkan, got: "Wê bi vê pergala nû re wekî skletekî hişk li holê bimîne. Tişta em ji vê pergalê fêm dikin ev e; îqtidar û sermaye dibêjin; 'bişixulin, her tiştî bikin û bidin me û dengê xwe nekin.' Bi vî awayî mafê me yê jiyanê ji destê me digirin."    'FERMANA MIRINÊ'    Ozkan, destnîşan kir ku ew ê ji bo mafê xwe bitêkoşin û got: "Heke sererastkirineke li gor dilê karkeran neyê kirin greveke giştî şert e. Em ê li ber vê pergalê bêdeng nemînin. Divê karker grevê bikin, çimkî ya tê kirin 'fermana mirinê' ye."    Karker Yavûz Sevîndîk jî destnîşan kir ku tazmînata kidemê "pêşeroja karkeran" e û got, îqtidarê çav berdaye vê jî. Sevîndîk, bilêv kir ku heya niha îqitidarê ji bo karkeran tştekî baş nekiriye û got: "Tişta min dîtiye tenê ev e; ji karkeran digire, dide zengîna. Armanca wan pêşî li karkeran bigirin, wan feqîrtir bikinî bikin kole."    Sevîndîk, diyar kir ku çi dibe bila bibe divê paş de gav neyên avêtin û got, divê greveke giştî çêbibe û ji bo yekîtiyê bang li karkeran kir.