Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne 2020-07-05 09:12:53   AGIRÎ - Dolmîşvanên ku ŞAredariya Agiriyê ya AKP'î ew mexdûr kirine 18 roj in li baxçê şaredariyê di çalakiyê de ne.   Yek ji sozên Şaredarê AKP'î yê Agiriyê Savci Sayan jî ew bû ku çûnhatineke erzan bû. LÊ belê ev projeya wî dolmîşvan mexdûr kirin. Şaredariyê ji 70 xetên dolmîşê 46 jê stendin û her wiha 100 heb dolmîşên din jî kirîn û dest bi seferan kir. Her wiha şaredariyê tarîfeya fiyetan jî guherandiye; ji bo xwendekara 25 qurîş, ji bo ên navsere 1.5 TL û ji bo Hastabusan jî lîreyek. Dolmîşvanên ku 4 meh in li gor vê tarîfeyê dişixulin ji ber ku nikarin heqê mazota xwe jî derxin serî li şaredariyê dan ku xetên wan jî bikire. Lê belê dolmîşvanan îdia kir ku şaredariyê ji bo xetê wan gotiye 50 hezar TL.    24 dolmîşvanên mexdûr bûne 18 roj in di çalakiyê de ne.    ‘EM Ê WESAYÎTÊN XWE BIŞEWITÎNIN BIÇIN MALÊ'    Dolmîşvan Erdal Aslan, anî ziman ku Şaredara Sayan di dema hilbijartinê de soz dabû ku wê dest nede wan, lê belê rabûye dolmîşên din anîne xeta wan û got, a hatiye kirin reqabeteke neheq e û ji ber vê dixisirin. Aslan, diyar kir ku 4 meh in li gor tarîfeya şaredariyê rêwiyand ibin û tînin û got, dî nikarin heqê mazota xwe jî derxin. Aslan, bilêv kir ku ji ber vê serî li şaredariyê dane ku plakaya wan jî bikirin û got: "Me ev xet bi 400 hezar TL'yî kirîn. Niha ji bo şaredarî bi 205 hezar TL'yî bikire me serî lê da lê belê ji me re dibêje 50 hezar TL. Ji ber vê 18 roj berê me jî dest bi çalakiyê kir. Heya niha ne şaredar ne jî rayedarek hevdîtin bi me re çênekiriye. Me serî li CÎMER û parlementerên AKP'î da. Lê kes li me venegeriya. Heger heqê me nedin me em ê wesayîtên xwe bişewitînin biçin mala xwe."    'EM ESNAFÊN VÎ BAJARÎ NE'    Dolmîşvan Ercan Altintaş jî anî ziman ku dolmîşa wî debara 7 kesan dikir lê belê niha ev yek ji dest wan hatiye girtin. Altintaş, diyar kir ku 20 sal in dolmîşvaniyê dike û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan kes tiştekî nake, bi tenê hatine hiştin. Altintaş, got: "Em esnafên vî bajarî ne. Me mexdûr dikin. Bi vî hawî kes nikare nanekî jî bibe malê."    MA / Dîndar Karataş