Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in 2020-07-05 09:10:39   STENBOL – Ji akademîsyenên ku bi zilma KHK'ê re rû bi rû mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Prof. Dr. Halûk Savaş bû. Hevjîna wî Esen Savaş, anî ziman ku civak hatiye qirkirin û ji bo KHK'yan jî got: "Civak hat qirkirin. Helbet berpirsiyarê vê yekê îqtidar e. Lê ên piştgirî didin îqtidarê û li ber vê yekê ranebûn jî berpirssiyar in."    Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê Rewşaa Awarte hatibû îlankirin û di dema Rewşa Awarte de gelek biryarnameyên di hikmê qanûnan de (KHK) hatibûn derxistin û bi van biryarnameyan gelek kes hatibûn îxrackirin û her wiha bibûn sedema mirina gelek kesan. Yek ji van kesan jî Prof. Dr. Halûk Savaş bû. Savaş, gava hîndekarê Zanîngeha Dîlokê bû di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin, dû re hatibû girtin û li girtîgehê teşxîsa pençeşêrê lê hatibû danîn. Çendî ku Savaş ji doza ku pê dihat darizandin beraat kiribû jî, lê belê heya demeke dirêj qedexeya derketina derveyî welat danîbûn ber û ji ber vê nikaribû tedawî bibe. Piştî Savaş li ser medyaya civakî rewşa ku têde bû bi raya giştî re parve kiribû Walîtiya Edeneyê serlêdana Savaş a ji bo pasaportê qebûl kiribû. Lê belê ev biryar ji bo Savaş biryareke derengmayîbû ku di 30'yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.    Hevjîna wî Doç. Dr. Esen Savaş, tiştên pê re rû bi rû mane vegot.    ‘CIVAK HAT QIRKIRIN'    Esen, anî ziman ku hevjînê pir êşiyabû û bi vî awayî jiyana xwe ji dest dabû. Savaş, got: "Emeliyata mamoste Halûk bi derengî xistin. Piştî emeliyatê bi awayekî kelemçekirî ew xistin beşa awarte. Wexta nexweş bû cardin wî brin girtîgehê. Ez li derve bûm. Heya ji destê min dihat min kar û barê wî bilez dikir. Hevalên me, bijîşkên me yên ku ji îqtidarê neditrisiyan, bi lez û bez karê wî dikirin. Lê mirovên pir bêwijdan hebûn. PIştî îxrackirina bi KHK'ê hema bêje em bi mirineke sivîl re rû bi rû hatin hiştin. Me dît, mirovên ku em tim li cem hev bûn, me bi hev re vedixwar û dixwar tam 4 salan li hal û hewlaê me nepirsîn, ditirsiyan. Piştî KHK'yan streseke mezin li mirovan peyda bû. Çi maddî çi manewî. Mirov hebûn bera zarokên xwe didan. Mirov hebûn nan bi dest wan nediket. Di nav streseke wiha de tu bikî nekî wê nexweşîn çêbibin. Bi vî awayî civakê qir kirin. Helbet berpirsiyarê vê îqtidar e. Lê ên piştgirî dididn îqtidarê û li ber vê yekê ranebûn jî berpirssiyar in."    ‘KHK TENÊ NE AVÊTINA JI KAR BÛ!'    Savaş, bibîr xist ku gelek kes beleheq ji kar hatin avêtin û hê jî doza hin mirovan didome. Savaş, diyar kir ku dozaa wan jî a der barê Bank Asya û xwendina zarokê wan a li dibistanên cemaetê bû. Savaş, bilêv kir ku ji bo perwerdehiyeke baş zarokê xwe şandine wan dibistana û got: "KHK,tenê ne avêtina ji kar bû. Piştî KHK, birçîbûn, tîbûn, bêçaretî, dîkekirin, bêpêwendîdûbn. Mirov mecbûr man dev ji mala xwe, bajarê xwe û welatê xwe berdin."   Savaş, anî ziman ku ji bo van tiştên qewimîne divê tenê îqtidar neyê sûcdarkirin û got: "Ê ku ev ziman bi kar anîn hemû sûcdar in. Îqtidar tenê sembolek bû. Ên bi milyonan piştgirî dan îqtidarê ev anîn serê me. Hê jî hin mirov bi mirineke sivîl re rû bi rû ne. Mamoste Halûk ji bo van mirovan têkoşiya."    DI 2 SALAN DE 37 KHK    Di du salên Rewşa Awarte de bi giştî 37 KHK hatin derxistin. Bi van KHK'yan re herî kêm 125 hezar û 678 peywirdarên cemaweriyê hatin îxrackirin, xwendekariya 270 kesî hat betalkirin, 2 hezar û 761 sazî û dezgeh hatin girtin, rutbeta 3 hezar û 213 personelî hat betalkirin, 204 sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin.    Her wiha li gorî daneyên ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi xwe parve kirin jî di vê pêvajoyê de pasaporta 234 hezar û 419 kesî hatiye betalkirin û tê gotin ev jî tê wateya ku derketina derveyî welat a zêdetirî 500 hezar kesî hatiye astengkirin.    ÊN JIYANA XWE JI DEST DAN SALEK ŞÛNDE KARÊ WAN LI WAN HAT VEGERANDIN    * Mamsote Aslan Dûman ku li Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya Wêranşara Rihayê mamsotetî dikir di 7'ê Sibata 2017'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Dûman, di 4'ê Nîsana 2019'an de li ser înşeatê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî jiyana xwe ji dest da di 28'ê Sibata 2020'an îadeyî kar hat kirin.    * Omer Farûk Aksoy, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê dixebitî. Di 1'ê Îlona 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Piştî hat îxrackirin bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Komîsyona Rewşa Awarte piştî mirina Aksoy di 26'ê Sibata 2019'an de ragihandibû ku Aksyo dikare vegere ser karê xwe.    * Gokhan Açikkol, piştî hewldana darbeyê hatibû binçavkirin û 13 rojan di bin çavan de mabû. Mamosteyê dîrokê Açikkol ku li Lîseya Ataturkê ya Umraniyeyê mamsotetî dikir ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest dabû. Wezareta Perwerdehiyê jî di 7'ê Sibata 2018'an de teblîxat ji malbata Açikkol re şandibû ku dikare vegere ser karê xwe.    * Mucahît Karataş ku li Nexweşxaneya Jina ya Amedê dişixulî, di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Piştî îxrackirinê nexweş ket û ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Komîsyona Rewşa Awarte di Mijdara 2019'an de ragihandibû ku Karataş dikare vegere ser karê xwe.    * Bulen Ûçar, Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî ya Meletiyê bû. Piştî hatibû îxrackirin ji bo kar serî li ÎŞKÛR'ê dabû, ji ber ku serlêdana wî hatibû betalkirin li ber ÎŞKÛR'ê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Komîsyonê di 14'ê Cotmehê de ragihandibû Ûçar dikare vegere ser karê xwe.    MA / Ferhat Çelîk