Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye 2020-07-05 09:08:34   AMED – Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bertek nîşanî mudaxaleya li dijî KCD'ê da û got: "Ev perçeyekî Plana Rizandinê ya AKP'ê ye. KCD ne tenê avahiyek û tabelayek e. Cewherê vê mudaxaleya KCD'ê êrîşa li dijî pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca demokratîkkirina Tirkiyeyê hat avakirin. di bin baneya wê de partiyên siyasî, komele, rêxistinên demokratîk û kedê hibûn. Siyayasetmedar, akademîzyen û nivîskar hebûn. Komên baweriyan, komên çand û hunerê, ziman û tenduristiyê hebûn. Nêzî 800 rêxistin di bin baneyê wê de hebûn. KCD armanc dikir ku raste rast bi dewletê re rûnê û meseleyê çareser bike. Lê piştî îqtîdarê pêvaya çareseriyê bi dawî kir, dest bi mudaxaleya van saziyên demokratîk û muxalif kir û herî dawî KCD di 26'ê Hezîranê de mohr kirin. Têkildarî mohrkirinê û polîtikayên hikûmetê Hevserokê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk bertek nişanî mohrkirina KCD'ê da û wiha got: "KCD ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muhatabek sereke bû. Bi 'Plana Têkçûnê' ev pêvajoya îro xistin meriyetê. Li gel hemû sextan me hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo yekîtiya neteweya Kurd gavên girîng avêt."     ‘EM CIVAKEK BI RÊXISTIN DIXWAZIN'    Ozturk, anî ziman ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nabin û wiha got: "Kongre ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike û Tirkiye demokratîk bike di sala 2007'an de ava bû. Armanca xebatên KCD'ê civakek demokratîk û bi rêxistin ava bike. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe KCD'ê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê gavên gelek girîn avêt. Xebatên girîng kirin. Em civakek bi rêxistin dixwazin. Em dizanin ev polîtîka ne ewle ne û pirsgirêkê çareser nakin. Rê û rêbaza çareseriyê diyalog û muzakere ne. KCD'ê bi taybetî ji bo yekîtiya Neteyewa Kurd pêş bikeve xebatên girîng dan ser milê xwe. Di sala 2013'an de xebatên Yekîtiya Neteweyi hatibû merhaleya dawî."    ‘YÊN DOZA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DIKIN DIBIN ARMANCA ÎQTÎDARÊ'    Ozturk, destnîşan kir ku gelek sazî, rêxistin, komele û partiyan di bin baneyê KCD'ê de cih digirin û wiha axivî: "KCD sîwan û nûnertiya hemû bawerî, çand, ziman û cudakariyên li ser axa Kurdistanê dijîn dikir. Kongreya hemû bawerî, reng û çandan bû. Li Tirkiyeye demek dirêj e faşîzm dixwaze xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê rêxistinên wekî KCD'ê ku demokrasî û azadiyê dixwaze û ji bo vê yekê têdikoşe dibe armanca îqtîdarê. Di serî de jî KCD hedefa wan e. KCD'ê her dim bi komxebat, konferans, panel û xebatên din hewl da pirsgirêkan çareser bike. Divê baş bê zanîn ku îro mudaxaleya li dijî KCD'ê li tevahiya Tirkiyeyê pêş dikeve. Îro hemû hêzên muxalif û rêistinên civakî di hedefa îqtîdarê de ne. Lê bi ser nakevin. Ji ber ku ev têkoşîn heta bigêje armanca xwe dê bidome."     YÊN DUH DIGOTIN KCD JI BO TIRKIYEYÊ LAZIM E, ÎRO RÊXISTINA TERORÊ ÎLAN DIKIN   Ozturk, anî ziman ku piştî hewa siyasî hat guhertin mudaxale jî hatin guhertin û wiha lê zêde kir: "KCD ji destpêkê heta niha heman xebatan dike. Her tim li gorî zagon û demokrasiyê xebatan dike. Lê piştî hewa siyasî hat guhertin mudaxale jî guherîn. Niha dixwazin KCD'ê kriminalize bikin. Dema em li van polîtîkayan dinerin dibêjin ‘Kurd tune ne. Hûn wekî Kurd nikarin bijîn. Yên ku wê demê dihatin ji KCD'ê nerîn û pêşniyar dixwestin û digotin KCD ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng e, îro KCD'ê wekî rêxistina terorê nişan didin. Ev girêdayî rewşa siyasî ye. Dema di serdema Serokê Meclisê Cemil Çiçek de xebatên Destûra Bingehîn dikir, Cemîl Çîcek dawetname şand ji KCD'ê re û pêşniyarên wê xwest. Wê demê nûnerên AKP'ê jî tev li civînên KCD'ê bûbû. Lê îro wekî rêxistinek dijzagonî nîşan didin.    ‘LÎSTEYA DELEGEYAN 'BI DEST XISTIN'    Ozturk, destnîşan kir ku dixwazin KCD'ê dijzagonî û rêxistina terorê nîşan bidin û wiha berdeam kir: "Tu xebat û karê me yê li dijî zagonê û hiqûqê tune ye. Her tiştê me aşkere û zagonî ye. Tişta dibêjin 'Me bi dest xist' Lîsteya delegeyên me yên Kongreyê ye. Dibêjin me materyalên dijital bi dest xist. Di nava vê yekê de xebatên me û lîsteya delegeyên me hene. Me tu carî ev ji kesî veneşart. Em aşkere dibêjin tu delîlê sûc tune ye. Mudaxaleya li dijî KCD'ê ne nû ye. Dayika me ya 72 salî Makbule Ozbek binçav kirin û girtin. Em li dosyayan dinerin tiştek tune ye. Polîs bi fermanê binçav dikin. Dozger îdeanameyê amade dike û dadger jî biryarê dide. Niha tişta min bê sûcdar dikin axaftinên min in. Axaftina Kurdî jî xistine feslekeyê. Nêzî 70 fezleke der barê min de amade kirine. Em carek din dibêjin pirsgirêk bi çekan û şer çareser nabe. Pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan, bi aştî û demokrasiyê çareser dibe.    Serokomar Tayyip Erdogan digot 'Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe hewce be ezê jahrê vexwim' Lê niha vê jahrê bi civakê dide vexwarin. Birêz Abdullah Ocalan pêvajoya muzakereyan da destpêkirin. Hevserokê me yê berê Birêz Hatip Dicle di nava heyetê de cih girt. Piştî hevditinên di nabera salên 2013-2015'an de li Dolmabahçe 10 xalên çareseriyê hatin aşkerekirin. Ger ku îro ev xal ketibûna meriyetê dê rewşa Tirkiyeyê ne ev bûye. Ew pêvajo xera kirin. Dîsa digirin, sirgûn dikin û dukujin. Vîna gelê Kurd nas nakin. KCD ne tenê tabela ye û ne jî avahiyek e. Ev yek dê bêtir KCD'ê bi hêz û xurt bike. Dikarin mohr bikin û tabelayê daxin. Ev mudaxaleya li dijî KCD'ê êrîşa li dijî demokratîkbûn, azadî, aştiya Tirkiyeyê ye. Li dijî pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Li dijî pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye. Em ê bêtir têbikoşin. Heta em bigêjin armanca xwe û pirsgireka Kurd û yekîtiya Neteweya Kurd pêş bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Berê bi mudaxaleyan bi ser neketin dê ji niha û şûnde jî bi ser nekevin. DAWΠ   MA / Arjîn Dilek Oncel - Ergin Çaglar - Cahît Ozbek