26 salin li hestiyên bavê xwe digerin 2020-07-05 09:06:44   STENBOL - Hevjîn û zarokên Îzzettîn Çelîk ê di şerekê li herêma Xerzana Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, 26 salin li hestiyê wî digerin. Hemû lêgerînên malbatê bê encam man. Malbatê herî dawî berî salekê ji bo cezayên li Kîlyos hatine veşartin serlêdan kirin, lê hej tu bersiv ji wan nehatiye dayîn.    Îzzettîn Çelîk di sala 1994’an de li Herêma Xerzanê ya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da. Hevjîn û zarokên Çelîk ên li Stenbolê dijîn, ev 26 salin li hestiyê wî digerin. Çelîk ê li gundê Kanîkê ya navçeya Hezo ya Êlihê dijiya û her tim ji ber xebatên xwe yên polîtîk dihat binçavkirin û îşkencekirin, li ser van zext û êrîşên heyîn di sala 1993’yan de beşdarî PKK’ê dibe. Bavê 7 zarokan Çelîk, piştî salekê di 25’ê Tîrmeha 1994’an de li Herêma Xerzanê ya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dide.    JI BO SERLÊDANA KÎLYOSÊ TU BERSIV TUNEYE   Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên biribûn ATK’ê niha di qutiyên plastîk de, li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatine veşartin. Li ser vê yekê malbat kete nava tevgerê û ji bo hestiyên xwe bigirin serlêdan kirin. Malbata Çelîk jî, berî salekê çû Bedlîsê û ji bo testa DNA’yê bi de serlêdan kir. Lê hîna jî bi tu awayî bersiv ji malbatê re nehatiye dayîn.    BINÇAVKIRIN Û ÎŞKENCEKIRIN    Kurê Çelîk ê 36 salî Ahmet Çelîk, diyar kir ku bavê wî li gund xebatên polîtîk bi rêve dibir û wiha behsa serpêhatiya bavê xwe kir: “Bavê min qala maf û têkoşîna gelê kurd dikir. Ji ber vê sedemê dewletê ew hedef nîşan da. Bavê min kesek polîtîk bû. Her tim xebatên siyasî bi rêve dibir. Tim digot ‘gelê me bindeste. Bila ziman û nasnameya me neyê qedexe kirin.’ Ji ber ku ev xebat bi rêve dibirin, dewlet tu rehetî ne dayê. Bi dehan car bavê min hat binçavkirin û îşkencekirin. Lê wî dîsa xebatên xwe dewam dikir. Piştî demekê dîsa binçavkirin û îşkenceyek giran lê kirin. Ji ber zanîbû ku wê dewlet wî rehet bernede, ew jî çû tevlî PKK’ê bû.”   ‘ME PIR  XIZANÎ DÎT’   Çelîk, bibîr xist ku piştî bavê wî diçe, bi malbatî rastî gelek zoriyan tên û wiha behsa jiyana xwe kir: “Piştî bavê min çû, me 7 xwişk û bira û dayika min pir zorî û zehmetî kişandin. Jiyana me dinava zoriyê de derbas bû. Me pir xizanî dît. Ez di sala 1996’an de 15 salî bûm. Ez neçar mam ku bên Stenbolê bixebitim. Li vê derê ez xebitîm û min li malbata xwe mêze kir. Pênasekirina zoriya me kêşand qet tuneye.”   HEMÛ HEWLDANÊN WAN BÊ ENDAM MAN   Malbat çawan agahiyê digere ku bavê wan jiyana xwe ji dest daye, dest bi lêgerîna cenazeyê wî dikin, lê hemû hewldanên malbatê bêencam dimîne. Malbat li aliyekê din ava pêvajoya şer de lêgerîna xwe dewam dike û li aliyê din jî, bi gumana dibe ku cenaze di destê dewletê de be serî li dadgeha Bedlîsê dide. Dadgeh piştî 3 salan, bêyî ku encam bibe di  sala 1997’an de tê girtin.    Çelik, di dewama axaftina xwe de, wiha besha wan rojan dike: “Wê demê rewş pir awarte bû. Ji ber şer me cenazeyê xwe nedît. Piştî Goristana Xerzanê hat xirabkirin, me got dibe ku li wê derê be. Ji ber vê me serlêdan kir. Ger ne li wê derê jî be, emê dîsa lêgerîna xwe dewam bikin. Cenazeyê me rûmeta me ye. Hêviya me ye.”   ‘EM HEMÛ CENAZEYÊN LI KÎLYOSÊ DIXWAZIN’   Çelîk, da zanîn ku ew bi bavê xwe serbilindin û wiha pê de çû: “Em hîna jî êşan ne dîtina cenazeyê bavê xwe dikêşin. Ev 26 salin, em bi vê hesretê û hizirê dijîn. Ger em hestiyên bavê xwe bibînin, hinek be jî wê dile me rehet bibe. Qet nebe em ê zanibin me cenazeyê wî dîtiye. Lê em baş dizanîn em çi jî bikin wê dilê me rehet nebe. Ev êş wê her tim di dilê me de bimîne.”   ‘EM CAREK DIN DESTÛRÊ NEDIN’   Çelîk, dest nîşan kir ku êşa ku bi salane dijîn kêliyek be jî, kêm nebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Têkilidarî Kîlyosê jî, em ne tenê cenazeyê bavê xwe dixwazin. Em hemû cenazeyên xwe yên li wê derê dixwazin. Divê hemû sazî û partiyên kurdan û gelê kurd xwedî van cenazeyan derkevin. Malbatên ku heya niha testa DNA’yê ne dane, bila biçin testa xwe ya DNA’yê bidin. Hilweşandin Goristina Xerzanê em pir xemgîn kirin. Îro em vê rewşê dijîn. Lê ger em pêşiya vê rewşê negirin, ev yek wê derkeve pêşberî me hemûyna. Divê em vê rewşê qebûl nekin û pêşiya wê bigirin. Ev goristan hilweşandin. Pêwîste ku em carek din destûr nedin kiryarên wiha. Werin em carek din wan cenazeyan li goristina Bedlîsê defin bikin. Ger em xwedî van cenazeyan derkevin, wê bûyerek wiha tu cardin rû nede.”   MA / Îdrîs Sayilgan