Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome 2020-07-05 09:00:39   OSMANIYE – Ferhat Demîrbaş giliyê gardiyan û bijîşkên lê dabûn kiribû. Dozgeriyê piştî 2 salan biryara dozvenekirine da. Parêzerê Demîrbaş îtîraz kir û dadger jî serlêdanê nirxand û biryara dozvenekirinê ji ser dosyê rakir.    Li girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê gardiyan û bijîşk li Ferhat Demîrbaş dabû. Demîrbaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê da û giliyê gardiyan û bijîşk kir. Gilîkirin piştî 2 salan bi encam bû. Dozger hewceyî bi dozvenekirinê nedît û dosye girt. Dozgeriyê di şûna îşkenceyê de bûyer wek birîndariyê nirxand û xwest ser dosyeyê bigire. Parêzera Demîrbaş, Mehtap Sert îtîrazî biryara dozger kir û serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Osmaniyê da. Dadgeha serlêdanê nirxand û biryar da ku dozgeriyê raporên Demîrbaş kêm lêkolîn kiriye, biryara dozvenekirinê rakir û biryara berfirehkirina doz ji nûve were dîtin daye.    Parêzer Mehtap Sert biryara dadgehê nirxand û diyar kir ku dadger biryarek erênî daye û di lêpirsîna were kirin de dê derkeve holê ku îşkence li miwekîlê wê hatiye kirin.