Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206 2020-07-04 21:12:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 154 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 20 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 154 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 203 hezar û 610 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 206.