Saleke tarî bi ser Tirkiyeyê de girt: Hêvî agirê Newrozê ye 2017-12-30 11:37:44 ENQERE - Sala 2017’an ku bi komkujiya Reina’yê destpêkir û bi herdû KHK’yên dawî qediya wekî salek tarî bi ser Tirkiyeyê de girt. Di sala 2017’an de bingeha faşizmê hate xurtkirin, lê di dijî zext û zordariyê nerazîbûn û îtîraz xurt bûn. Geşedan didin nişan ku dê xirabî û nebaşî di sala 2018’an de jî bidom e û nerazîbûn jî xurttir bibe.  Tirkiye bi gelemperiya  xirabî û hilweşina ku ji aliyê iktidarê ve piştê hilbijartinên 7’ê Pûşpera 2015’an hate destpêkirin, 2017’an pêşwazîkir. Bê gûman ji xwe atmosfera ku 2017’an bi ser Tirkiyeyê de girt ji xwe bi têra xwe neyînî bû. Di sala 2017’an de geşedanên girîng û dirokî pêk hatin. Pêkûtiyên ku bi dorpêçkirinên bajarên kurdan di sala 2015’an de destpêkiribûn, bi helwdana darbeya 15’ê Tirmehê domaniyan û ev pêkûtî û zordariya li ser civakê di sala 2017’an de derketin asta herî bilind.    Di sala 207’an de gavên “desthilatdariya ku nayê darizandin û bê dawî” hatin avêtin û çi/kê li hemberê vê yekê wekî asteng hate ditîn jî bi nobraniyek mezin û zordariyê hate binpêkirin. Ji ber vê yekê li gel hemû hişyariyên reberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşiya darbeyê hate vekirin û pişt re jî ev ji bo iktidarê bû “mizginiya xwedê” û pêşveçûna Tirkiyeyê jî li ser vê yekê hate diyarkirin.    2017 bi kambaxiya komkujiya Reina’yê destpêkir. DAİŞ’ê ku heya niha li Tirkiyeyê li hemberê kurdan û muxalifên hikûmetê êriş pêkanîbû, cara yekemîn li hemberê cihekî civakî komkujiyek bi vê rengê di serê salê de li darxist. Di encama vê êrişê Abdulkadîr Masharipov wekî kujer hate nişandayin û di demek kurt de jî li Stenbolê hate girtin.    BÎLANÇOYA KHK’YAN   Rewşa Awarte (OHAL) ku di 20’ê Tirmeha 2016’an de hate ilankirin pêşveçûna tarî jî diyarkir. Di encama OHAL’ê de di 23’ê Tirmehê de Giştinameya di Hikmê Zagonan de (KHK) ya yekemîn hate weşandin. Her wiha di nav sal nivek de 30 KHK hatin weşandin. Ji van 30 KHK’yên ku divê di nav 30 rojan de li Meclisê bên guftîgokirin tenê 5 heb li meclisê hatin nirxandin. Di serî de ku Serokwezîr Binalî Yildirim, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu “soz didan civakê dê OHAL di demek kurt de rabe” li gel vê yekê OHAL bi daxwaz û gotinên Serokkomar Erdogan mayinde bû. Bilançoya KHK’yan jî giran bû. Heya niha di encama van KHK’yan de bi giştî 114 hezar karmend ji kar hatin ihraçkirin. Bi kiryarên idarî, ên ku peymanê wan hatine fesihkirin hejmara karmendê ku ji kar hatine derxistin 130 hezar e. Bi KHK’yên ku bi angaşta darbeyê tên weşandin muxalifên hikumetê hedef tên girtin. Heya niha di encama KHK’yan de 5 hezar endamên KESK’ê, 3 hezar 500 bijijkên endamên TTB’ê, 3 hezar endamên TMMOB’ê ji kar hatin durxistin. 5 grevê ku 30 hezar karkarê eleqedar dike hate betalkirin. Bi sedhezaran kes hatin binçavkirin û herê kêm 60 hezar kes hate girtin. Li gel efukirina hin suçan hezmajara girtigehan hejmara gelek bajaran derbasbû derket 230 hezarî.   350 ZAGON HATIN GUHERTIN   Bi KHK’yan nêzê 350 zagon hatin guherandin. Her wiha guherîn jî ji bo hemû qadên jiyanê hatin kirin. Di van guherînên ku meclis ji dewreyê hate derxistin de, ji sererastkirinên derbarê Hezên Çekdar bigre heya avakirinên banqayan ji wir heya lastikên zivistanê, bernemayên zewacê, navendên epilasyonê, seata havîn û zivistanê… di gelek mijaran de guherîn û sererastkirinên nû pêk hatin. Lê belhe hemû guherîn evqas ji rêzê nine. Her wiha herdû KHK’yên dawî ku bi naveroka xwe ji bo hikumetê finala 2017’an de gelek guherînê bi taluke û kritik hene. Du xalên girîng têkildarê hev derdikevin pêş yek ya. Li girtigehan cil û bergên yek celeb, ya din jî bê cezatiya ku pêşiya komkujiyên sivilan vedike ye. Ev sererastkirinên bi taluke dide nişan ku dê hilbijartinên pergala nû di sala 2018’an de bê li darxistin.   ENCAMÊN REFERANDUMÊ   Ev geşedan ji aliyek ve jî di encama guherinên makezagonê ku bi şirîkatiya AKP-MHP hatekirin pêk hatin. Li gel hemû itirazên muxalefetê guherîna makezagonê kû hemû desthilatdariyê dide Qesra Beştepeyê, hikmê meclisê ji holê radike bi şiddeta parlamenterê iktidarê ji meclisê derbas bû. Li gel hemû pêkutî, tehdît û zordariya ser civakê li gel ku muxalefeta sereke HDP ji hêz hate xistin, hêzên civakî li hemberê vê guherînê derketin û civakê jî ji vê guherinê re got NA. Li gel vê YSK kete dewreyê dengên bê mor hatin qebulkirin û disa jî bi zor bela hejmara dengên erê ji sedî 51 hatin derxistin.    Her wiha niqaşên guherîna makezgonê li ser pirsgirêka kurd hêz girt. Pêvojaya referandumê bi niqaşa Kurdistanê destpêkir û niqaşa eyaletê qediya. Qaşo CHP di angaşt ku dê bi vê guherînê Eyalet bê. Lê disa jî CHP, AKP, MHP di niqaşên Kurdistanê de bûn yek û di 15’ê Berfanbara 2017’an de biryara ku “Kurdistan tuneye” dan. Her wiha daliqandina ala Herema Kurdistana Federal ku li Stenbolê ji aliyê AKP’ê bi angaşta xapandina kurdan pêk hatibû bi mijara niqaşê. Sala 2017’an bi cezakirina Osman Baydemir ya ji ber bi navkirina Kurdistanê bi dawî bû. Bi guherînê makezognê jî meclis hima hima hate feshkirin.    ÎRADEYA GEL HATE DESTESERKIRIN   Tenê TBMM na iradeya gel jî hate desteserkirin. Ewil irade û vîna gelê kurd hate ipotekkirin û pişt re jî vê yekê Tirkiyeyê belakirin. Wekî OHAL, wekî biryara “bêcezabûna kuştinan”, wekî hemû pêkutiyên din. BDP’ê di hilbijartinên 2014’an ên heremî de 106 şarederî bi dexistin. Di 11 İlona 2016’an de destpêkir û heya niha 94 şarederê DBP’ê (Pişt re ev şarederî derbasê DBP’ê bûn) hate desteserkirin, kayyim hatin diyarkirin. Her wiha 2 milyon deng tune hate hesibandin ji xwe bi girtina parlamenter û hevserokên HDP’ê iradeya 6 milyon dengdaran tûne hesibandibûn. 68 Hevşarederên kurd hîn girtine, 11 heban ceza xwar! Ji hevşeredarên DBP’ê ên girtî ji sedhi 57 jinin. Her wiha ji 5 parlamenterên HDP’ê ên ku parlamenteriya wan hatiye xistin 4 jê jin in. Her wiha iradeya jinan hedef hate girtin. Dema ku şarederî hatin desteserkirin 3 hezar 33 karkerê van şeraderiya ji kar hatin derxistin. Qayiman ewil êşirê kurdî kir, hemû tabelayên kurdî hatin rakirin, navendên kurdî hatin girtin. Navên giregêrê kurd ên wekî Ehmedê Xanî ji parkan hate derxistin peykerên wî û ên Orhan Dogan, Ceylan Onkol, Tahir Elçi hatin rakirin.   MEŞA CHP’Ê YA DADÊ!   Ev yek bi kurdan jî sinor nema. Piştê ku bi piştgiriya CHP’ê  parlamenter û hevserokên HDP’ê hatin girtin pişt re dor hate CHP’ê. Parlamenterê CHP’ê Enis Berberoglu 14’ê Tirmeha 2017’an de bi angaşta belgeyên MİT’ê bi cezayek giran hate girtin. CHP’ya ku riya vê yekê vekeribû û bibû parçeyek vê “nebaşiyê” li hemberê ve yekê meşa Dadê li darxistin. Meşê di 15’ê Tirmehê ji Enqereyê ber bi stenbolê ve destpêkir û 450 kilometre domiya. Li gel hemû şirikatiya CHP’ê derdorên demokratik vê meşê wekî rexnedayina CHP’ê qebulkirin û beşdarê meşê bûn. Her wiha daxwaza “bila meş li girtigeha Edirneyê ku Demirtaş lê girtiye bi dawibibe” derket pêş. Lê CHP’ê CHP’tiya xwe kir û hemû bendewariyên civakhe ya muxalefetek hevpar vala derxist. Li ser vê AKP gavek pêş de çû û ji bo şarederiya Başakşehirê ku di destê CHP’ê de ye kayyim diyarkir. Pişt re jî dor hate şarederiyên Enqere û Stenbolê ên AKP’î.    PROFILA GIRTIYAN   Di sala 2017’an de gelek girtîn jî pêk hatin. Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ku li hemberê KHK û OHAL’ê derketin qadan bûn hedef û piştê demekî bi angaşta “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Barbaros Şansal ku wekî navekî magazinê derdikeve pêş ji be ku hin rexneyan kir rastê tofana iktidarê hat. Şansal ji Kibrisê hate qewirandin, li balefirgehê hate linçkirin û pişt re jî hate girtin. Parêzvanên Mafê Mirovan di 5’ê Tirmehê li Buyukada’yê hatin girtin. Çapemeniya AKP’ê ji Osman Kavala Sorosek derxist û pişt re jî da girtin. Xebatkarê Balyozgeriya DYA’yê Metin Topuz li hemberê doza Zarrab hate girtin. Li gel van girtinan Ahmet Turk’ê 74 salî dema ku hate berdan dozgerê dadê rastê êrişê Serokomar Ahmet Turk hatin.    Siyasetmedarên kurd hin girtine lê seri natewinin. Di sala 2017’an de goristana Hatun Tugluk rastê êrişa faşist hat û peyama “ji we re li vê waletê mafê spartina axê tûneye” hate dayin.    Bê gûman ev xirabî, nebaşî û taritiyê jî bi tecrida li ser Ocalan ku di Avrêla 2015’an de destpêkir derket holê û heya ku tecrit hebe jî dê ev yek bidome. Lê hevî jî heye. Girtiyên azadiyê berxedidin û dil nehatine girtin. Disa li gel hemû tiştê di newroza 2017’an de bi milyonan kes derket qada itiraza xwe anî ziman. Ev yek jî di nav vê taritiyê de bû hêvî û riya têkoşinê da nişan.    MA / Kenan Kirkaya