Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin 2020-07-04 16:53:32   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Komeleya Jinan a Rosayê de îdianemeyên Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek û Endama Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor hatin amadekirin. Gelek daxuyanî û çalakiyên li dijî tundiya li ser jinê û yên 8'ê Adarê sûc hatin hesibandin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya Komeleya Jinan a Rosayê de di 22'yê Gulanê de bi ser malan de hatibû girtin û 11 kes hatibûn binçavkirin. Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek û Endama Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor jî hatibûn amadekirin. Li gorî nûçeya Jinnewsê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî Gezgor û Şîmşek bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" îdianame amade kir. Di îdianameyê de ji bo Narîn û Gulcîhan ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.    Di serî de di îdianemay Narînê de û di gelek îdianameyên jinan de li ser îfadeyên şahidê/a veşartî “A53T61MCTS21SS92” gelek çalakî û daxuyanî sûc hatin hesibandin.    Daxuyanî, çûyina şûnan, Peyama 'Jin aştiyê dixwazin' sûc hat hesibandin. Endamtiya komeleyên fermî yên wekî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re, Komeleya Jinan a Rosayê û Kongreya Jınên Azad a (KJA) a bi KHK'ê hat girtin, sûc hat hesibandin.    Di îdianameya Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek de jî heman tişt sûc hatin hesibandin. Îfadeyên şahidên veşartî yên bi navê “A53T61MCTS21SS92” û “Firar” esas hatin girtin. Beşdarbûna bîranînên ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û beşdarbûna bîranînên ji bo Sêvê, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar li Şirnexê hat lidarxistin, sûc hat hesibandin. Her wiha endamtiya komeleyên Komeleya Jinan a Rosayê û Kongreya Jınên Azad a (KJA) a bi KHK'ê hat girtin, sûc hat hesibandin.    Di îdianameya ku ji aliyê dozger ve hatiye amadekirin de ji bo Gulcîhanê jî ji 5 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.