Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir 2020-07-04 16:49:33   ENQERE – Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Tûran, li ser hesabê xwe yê medya civakî parêzerên ku dovîzên kurdî hilgirtibûn hedef nîşan da. Li ser bertekan Tûran twîta xwe jê bir.    Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Tûran, parêzerên ku li ber derê Edliyeya Enqereyê pêşniyarqanûna wan û MHP’ê ya guhertina pergala baroyan şermezar dikin û di destê wan de dovîzên kurdî hene, hedef nîşan da.    Tûran li dijî parêzeran 2 twîttan avêt. Di twîtta destpêkê de Tûran ev tişt nivîsand: “Kesî bi qasî we xesar neda pîşeya parêzeriyê ya meqamê nûnertiya edalet û hiqûqê. Nûnertiya wî cubeyê ji hêrsa we bilindtir e. Gelo hê kesên ku tezmîn dikin derdê wan parêzerî ye hene. Xwelî li we be!”   JI BERTEKAN TWÎTTÊ JÊ BIR   Di twîtta duyemîn de jî Tûran, wêneyê parêzerên ku dovîzên kurdî di destê wan hebûn parve kir. Gelek kesan ji ber vê yekê bertek nîşanî Tûran dan. Li ser van bertekên li hemberî xwe Tûran, piştî demekê parvekirina xwe jê bir.    Yek ji kesên ku bertek nîşanî Tûran da Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Velî Saçilik bû. Saçilik, twîtta Tûran rettwît kir û ev tişt li ser parve kir: “Çima kurdî zora we çû? ‘Gelo Zimanê gelekî ‘Birayê hezar salî’ weke delîla sûc tê hesibandin?”