Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin 2020-07-04 15:09:15   ENQERE – Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîn Kanat, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîze Kalkandereyê girtî ye û got ku divê Bulbul bi awayekî lezgîn li nexweşxaneyek baş bê tedawîkirin.    Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapameniyê li dar xist. Înisiyatîfê, di civînê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîze Kalkandereyê girtî ye. Li ser navê înisiyatîfê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîn Kanat di civînê de axivî.    GIRTIYÊN NEXWEŞ DIMIRIN   Kanat, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku girtiyên nexweş li girtîgehan şerê jiyanê didin û wiha got: “Di nav şertên netendurist de hewl didin bijîn. Gelek girtî jî ji ber ku nexweşiyên wan nayên tedawîkirin jiyana xwe ji dest didin.”    PIRGIRÊKÊN DERÛNÎ DÎJÎ   Kanat, piştre jî rewşa girtiyê nexweş Bulbul vegot û derbarê rewşa wî de ev tişt anî ziman: “Bulbul, ji sala 2016’an ve girtî ye û tê darizandin. Gelek neweşiyên wî hene. Ji ber pirsgirêkên ku dijî nexweşiyên wî yên derûnî jî hene. Li gel ku gelek dermanan bi kar tîne jî rewşa wî baş nabe. Divê bi awayekî lezgîn Bulbul li nexweşxaneyek baş bê tedawîkirin û infaza wî bê taloqkirin.”