Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin 2020-07-04 14:54:46 STENBOL –  Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 432'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Di vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Denîz Yildirim ê ku bi vîrûsa corona (Covît-19) ketiye û xwestin Yildirim bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê têkildarî rewşa girtiyên nexweş di hefteya 432'an de çalakiya Rûniştina F berdewam kirin. Komîsyonê di hefteya 432’an de bal kişandin ser rewşa Denîz Yildirim ê li Girtîgeha Xarpêtê. Komîsyonê disa ji ber şewba vîrûsê bi rêya Online daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Endama Komisyonê Meral Nergis Şahîn, diyar kir ku polîtikayên tundiyê roj bi roj zêde dibe û mafên mirovan tên binpêkirin. Şahîn da zanîn ku her firsend dikeve destê hikûmetê bêtir zextan li ser girtiyên siyasî zêde dike û wiha got: “Bi taybetî di pêvajoya Covid- 19 de rewşa girtiyan bêtir xera bûye. Girtî ji şewbê nayên parastin. Şertên wan ên xwarin û vexwarinê nebaş in. Dîsa mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin. Mafê wan ê hevdîtina parêzer û malbatan tê astengkirin. Girtî di tecrîd û îzolasyonê de dijîn."     EMELIYAT KIRIN LÊ MALBAT AGAHDAR NEKIRIN   Endamê Komisyonê Mehmet Acettin jî anî ziman ku Yildirim ji sala 2015 heta niha girtî ye û li Girtîgeha Xarpêtê ye. Acettin, da zanîn ku piştî 29'ê Adara 2016’an Yildirim sewqî girtîgeha Girtî ya Xarpêtê kirine û niha di şertên giran de dijîn û wiha got: "Yildirim di 31'ê Çileya 2020'an de bi lez rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê tespit kirin ku pençeşêra roviyan pêre heye. Di 3'ê Sibatê de emeliyat kirin. Di vê pêvajoyê de malbat agahdar nekirin.    DERMANKIRINA COVÎD-19 NÎVCO HIŞTIN   Acettin, anî ziman ku piştî Yildirim emeliyat bû xwestin serbest bê berdan, lê ev daxwaza wan li i ber çavan nehat girtin. Bêyî tedawî bikin dîsa Yildirim birin Girtîgeha Xarpêtê û got: "Yildirim nexweşê pençeşêra roviya û bi Covît-19 ye. Divê serbest berdin. Di 23'ê Hezîranê de ji ber şewba vîrûsa Covid-19 dîsa rakirine nexweşxaneyê. Malbatê di 24'ê Hezîranê de bi telefonê geriyan lê agahî negirtin. Malbat ji ber vê yekê ketin nava fikaran. Piştre fêr bûn ku di testa Denîz Yildirim de vîrûsa Covid-19  pozîtîf derketiye. Li gorî agahiyên malbatê dermankirina Denîz Yildirim a Covît-19 di 1'ê Tîrmeha 2020'an de nivco hiştine û dîsa birine Girtigeha Xarpêtê. Divê bi lez Yildirim serbest berdin."