Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da 2020-07-04 14:45:42   AMED- Ji 4 kesên ku duh li navçeya Farqînê şer kiribûn û birîndar bûbûn, welatiyê bi navê Yasîn G. jiyana xwe ji dest da.   Duh li gundê Cengiz ê navçeya Farqînê ya Amedê di navbera 2 koman de şerekî çekdarî derketibû û welatiyên bi navê Azad A., Siraç A., Yasin G. û kesekî ku navê wî nehatibû hînkirin birîndar bûbûn. Derket holê ku her du komên şerê hev kirine ji navenda Farqînê ji bo berhevkirina alîkariyê çûne gund û li ser alîkariya ku berhev bikin bi çekan bi hev ketine. Ji her çar welatiyên ku birîndar bûbûn, welatiyê bi navê Yasîn Gezer jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gezer piştî otopsiyê Li Goristana Gaza Topê ya Farqînê ahat veşartin.