Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin 2020-07-04 14:45:12   WAN – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê name ji ÎHD’a Wanê re şandin û binpêkirinên mafan vegotin û daxwazên xwe rêz kirin.    Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehê û daxwazên xwe di nameyek de nivîsandin û ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê re şandin. Name ji aliyê Îbrahîm Keras, Serbest Akbaş, Ahmet Azîz Muhammed Halîfe û Huseyîn Batibey ve hat şandin. ÎHD’ê ji bo nameya girtiyan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet name xwend.    Girtiyan di nameya xwe de destnîşan kir ku ji berê ve li girtîgehan gelek pirsgirêkên însanî û civakî diqewimin û wiha dibêjin “Mafê me yê agahî wergirtinê, werzîş, sohbet û gelek tiştên din hatine qedexekirin. Bênavber li qawîşan lêgerînê pêk tînin. Em bi pirsgirêkên wek sewqên bi darê zorê, cezayên kêfî yên dîsîplînê, mafê hevdîtinê yê sînorkirî û dermankirina nedirûst rûbirû ne.”    ‘DIXWAZIN EM BIMIRIN’    Girtiyan di nameya xwe de diyar kir ku her sal bi dehan girtî ji ber nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin û wiha gotin: “Osman Kaya û Vefa Kartal di encama binpêkirina mafan de jiyana xwe ji dest dan. Di mehên dawî de ji ber vîrûsa koronayê girtîgeh bûne cihê gengeşeyê. Li Meclîsê guhertina yasaya înfazê hat pejirandin. Lê me girtiyên siyasî li derveyî vê guhertinê hiştin. Ji me re viya gotin ‘em ê alîgirên xwe berdin lê em ê we girtî bihêlin. Hûn dimirin jî bimirin.’ Wateya vê ayasayê ev e. Ev guhertina yasayê ne qanûnî ye, ne hiqûqî ye, ne wîjdanî, ne ehlaqî û ne jî adilane ye. Li dijî Qanûna Bingehîn e. Çimkî di qanûnan de hemû welatî wekhev in. Me bi koronayê re rûbirû hiştin. Ev bêedaletiyek mezin e.”    ‘DIVÊ ÎNFAZ WERIN TALOQKIRIN’    Girtiyan di berdewamiya nameyê de daxwazên xwe rêz kirin û xwestin ji bo wan jî bi hêceta pandemiyê ango koronayê guhertina yasayê derkeve û werin berdan.    Girtî diyar dikin ku divê ji bo girtiyên nexweş bêyî jiyana xwe ji dest bidin divê ji bo dermankirina wan înfaza wan were taloqkirin. Girtiyan got lazime cezayên dîsîplînê yên kêfî demildest werin bi dawîkirin û dawî li sirgûnan bînin û li girtîgehê nêzî malbatên xwe werin ragirtin. Girtiyan bal kişandin ser daxwaza agahî wergirtinê û xwestin mafê wan ê ragihandinê bidin wan. Girtiyan anî ziman ku divê her cûre mafê wan ên civakî û aktîvîteyên werzîşê paş de werin dayîn.